Temellî li Stenbolê xîtabî hilbijêran kir: A girîng berî pêşîn çûyîna ser sindoqane

img

STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di xwarina fitarê ya partiya wî ji bo dayikên Laçik Sîp dayî de axivî û got: “Ji bo hevdîtina Îmraliyê gavek girîng hat dayîn, lê bes nîne.” Temellî bal kişand ser hilbijartina Stenbolê jî û wiha axivî: “A girîng berî pêşîn çûyîna ser sindoqane.” 

 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, ji dayikên Laçik Spî ku di pêvajoya çalakiyên grevên birçîbûn û rojiya mirinê de, li ber girtîgan “Çalakiya Nobetê” lidar xistin re, li Okmeydanê xwarina fitarê da. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û gelek dayîk beşdarî fitarê bûn. 
 
‘EMÊ TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN’ 
 
Berî fitarê bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin û Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengûl Demîr axaftinek kurt kir. Demîr, diyar kir ku ewê ji vir şûn de jî têkoşîna xwe dewam bikin û wiha axivî: “Di pêvajoya çalakiya greva birçîbûnê de, kesên ku jiyana xwe ji dest dan em bi minetdarî wan wan bi bîr tînin.” 
 
‘EM BÛN YEK Û ME TECRÎT ŞIKAND’
 
Dayika Newroz Bozkurt a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebze di greva birçîbûnê de bû Sûltan Bozkurt jî axivî û wiha got: “Grevên birçîbûnê di çarçoveya daxwazên bi mafdar de dest pê kirin. Em ji vir û şûn de jî şopdarê daxwazên xwe bin. Ji bo şikandina tecrîdê me li ber xwe da. Li gel me dayikan tirs û qedexe tuneye. Li ber Girtîgeha Gebze me  bi  6 dayikan re dest pê kir. Ligel hemû zextan jî em 47 rojan li ber xweda û çalakiya xwe pêk anî. Me ev hêz ji zarokên xwe girtin. Em bi dayikan re bûn yek û me tecrîd şikand. Ger jin bixwazin dikarin pêvajoyê biguherînin.”
 
‘TÊKOŞÎN PIR BI WATE BÛ’
 
Dûre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî xîtabî beşdarvanên fitarê bibûn kir û wiha got: “Ev têkoşîn dê dewa bike. Gevek girîng hat avêtin, lê ne bese. Pêdiviya me bi mezinkirina têkoşîna demokratîk heye. Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe wesîleya aştî û hizûrê. Şikandina tecrîdê ji bo aştiyê gavek girînge. Dengê aştî û demokrasiyê, dengên Birêz Ocalan dîsan gehişt gelan. Birêz Ocalan ji bo muzakereyên demokratîk û siyaseta demokratîk peyamên girîng dan.”
 
Temellî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartina Stenbolê ya 23’yê Hezîranê û ev peyam da: “Di destpêkê ya herî girîng berî pêşîn çûyîna ser sindoqane. Dûre ev yek ji bo siyaseta demokratîk dê pir girîng be. HDP dê tim bibe dengê bindest û mezlûman.”
 
Piştî axaftinan mela bang da û fitar hat kirin.