Ji bo Serokwezîr Yildirim li Cizîrê anonsên ‘mecbûrî’ tên kirin

img

ŞIRNEX – Li Cizîrê ji bo serdana Serokwezîr Bînalî Yildirim tedbîrên awarte hatin girtin. Ji şaredariyê anonsên “Xebatkarên cemaweriyê jî di nav de hemû kes vexwendîne” tê kirin. 

Serokwezîr Bînalî Yildirim dê îro bê navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Ji duh bi şev ve ji bo Yildirim tedbîrên ewlehiyê tên girtin. Li nav taxan nokteyên kontrola lêgerînê hatin avakirin û welatiyan di lêgerîna GBT’ê de derbas dikin. Her wiha li kolanên navçeyê ji 20 metroyan û li cihekî polîs, notirvan û zabite tedbîran girtine. 
 
Dê Yildirim Mizgefta Mezin a Cizîrê û Qeymeqamiyê ziyaret bike. Hemû riyên diçin vir ji çûn û hatinê re hatin girtin. Wesayîtên li ser van riyan ji aliyê komên trafîkê ve tên rakirin. Li navenda navçeyê maşîneyên zirxî digerin û welatiyên bi guman dibînin lêgerîn dikin. 
 
PERSONEL HATIN HIŞYARKIRIN
 
Serokwezîr Yildirim dê bi balafira taybet li Balafirgeha Şerafettîn Elçî peya bibe û nimêja Înê li Mizgefta Mezin bike. Piştî nimêjê li bendê ye ku Yildirim li ber avahiya Qeymeqamiyê ji gel re biaxive. Qada dê Yildirim lê biaxive bi barîqatan hat dorpêçkirin û tê gotin ku xebatkarên cemaweriyê neçarin beşdarî serdana Yildirim bibin. Hat zanîn ku duh bi şev personelên saziyan hatine hişyarkirin û heke beşdarî mitînga Yildirim nebin dê der barê wan de kar û barê cezakirinê bê kirin. 
 
Îro ji serê sibê ve Şaredariya Cizîrê ya qeyûm lê hat tayînkirin anonsên “Serokwezîr Bînalî Yildirim dê saet di 13.00’an de li ber Qeymeqamiyê ji gel re biaxive. Xebatkarên cemaweriyê jî di nav de hemû kes vexwendiye” tê kirin.