‘HDP'ê bi stratejiya xwe di siyaseta Tirkiyeyê de rê li demokrasiyê vekir'

img

AMED - Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan, diyar kir ku bi saya stratejiya HDP'ê li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê vebûye. Rêvebira HDP'a Amedê Sûzan Îşbîlen jî bal kişand ser hîle û xurdeyên îktîdarê. 

Cîgira Hevserokatiya DBP'ê Hediye Karaaslan û Rêvebera HDP'a Amedê Sûzan Îşbîlen encamên hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê nirxandin.
 
STRATEJIYA HDP'Ê 
 
Karaaslan, diyar kir ku li herêmê bi tifaqa kurd û li rojavayê welat jî bi stratejiya ku bi tifaqa AKP-MHP'ê bidin windakirin ketine hilbijartinê. Karaaslan, bilêv kir ku tevî hemû zext û zoriyên îktîdarê jî bi saya strayejiya HDP'ê li Tirkiyeyê rêya demokrasiyê vebûye. 
 
Karaaslan, anî ziman ku îktîdarê wek hilbijartineke giştî nêzî hilbijartina herêmî bûye û li hemberî gelê Tirkiyeyê şerek daye meşandin. Karaaslan, destnîşan kir ku tevî hemû astengî ûz extan jî siyaseta HDP'ê bi ser ketiye û got: "Di vê hilbijartinê de bi saya HDP'ê li gelek bajaran guherîn çêbû. Nexasim li Stenbol, Enqere, Mêrsîn, Edene, Antalya û Enqereyê bi dengên kurdan û stratejiya wan guherîn çêbûye. Divê îktîdar vê yekê baş bibîne. Yanî kîjan îktîdar dibe bila bibe eger bibêje 'bi navê kurd neteweyeke tune ye, yek ziman, yek netew û yek ala' taliya talî wê winda bike." 
 
Karaaslan, bilêv kir ku îktîdarên hebûna kurdan û pirsgirka kurd înkar kirine winda kirine. 
 
‘ME PEYAM GIRT' 
 
Karaaslan, anî ziman ku divê HDP ji bo deverên winda kirine jî xwe rexne bike û got: "Me peyam girt û fêm kir. Em ê divêtiya vê peyamê jî di rojên pêş de bi pratîka xwe de nîşan bidin. Îktîdar, di vê hilbijartinê de dixwest pêvajoya fetîhê temam bike. Dixwest polîtîkaya qeyûm bide qebûlkirin. Loma li gelek deveran serî li hîle û xurdeyan dan." 
 
Rêvebera HDP'a Amedê Sûzan Îşbîlen jî destnîşan kir ku gelê Amedê bersiveke baş daye qeyûm. Îşbîlen, diyar kir ku li gor hilbijartinên berê 33 şaredariyên wan kêm bûne, lê belê ev windakirin ne ji ber neyîniyên HDP an jî desteka gel e. Îşbîlen got: "Gelê Şirnexê bi salan e bi zext û zoriyên vê îktîdarê re rû bi rû dimîne. Çima li Cizîrê winda nekir lê li Şirnexê winda kir? AKP'ê li gor xwe hin navçe û bajarên stratejîk diyar kir. Bi mehan heta bi salan li ser van navçe û bajaran hesab û kitab kirin. Em ê tu carî nebêjin evan deran ketine destê AKP'ê. Bi darê zorê, bi hîle û xurdeyan girtin." 
 
Îşbîlen, diyar kir ku di vî warî de hin kêmasiyên partiya wan jî hene û ew ê xwe rexne bikin.