Temellî: Ev deng wîcdanî ne, Mehmet Tunç, Dayika Taybet, Cizîr û Şirnex e

img

ŞIRNEX - Li Şirnexê bi deh hezaran welatî tevî barana zêde beşdarî mîtînga HDP'ê bûn. Di mîtînge de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Temellî, di mîtingê de got: "Deng û rayên me biçin ku pir baş tê zanîn. Ev deng wîcdanî ne. Ev deng Cizîr, Şirnex û Mehmet Tunç û Dayika Taybet in. Demokrasî wê di 1'ê Nîsanê de li Tirkiye belav bibe. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî hilbijartina 31'ê Adarê li Şirnexe mîtinga fînalê pêk anî. Bi deh hezaran kes tev li mîtingê bûn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî bi karwana ji sedan maşîne pêk dihat derdbasî Şirnexê bû û bi coşek pir mezin hat pêşwazîkirin. Karwana HDP'ê ku Temellî jî di navde gelek caran ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Polisan bajar dorpêç kirin û rewşek awarte ava kirin. Temellî ku rastî eleqeyek pir mezin hat, pişti zor û zahmetiyan xwe gîhand Qada Cumhuriyetê. Bi hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên herêma Botanê tev li mîtîngê bûn. Tevi barana zêde bi deh hezaran kes li qada mîtîngê kom bûn. Li qadê jinan bi cilên rengîn û ciwanan jî bi alên HDP'ê qad neqişandin. Malbatên li Roboskê zarokên wan di êrîşa balafirên şer de hatin kuştin jî tev li mîtîngê bûn. Dîsa Hevserokê Gişti yê DBP'ê Mehmet Arslan, parlamenterên HDP'ê endam û rêveberên HDP'ê jî tev li  mîtîngê bûn. Ewil Namzetên HDP'ê yên Şirnexê Hişyar Uysal û Nurcan Alturk derketin ser dikê û gel silav kirin. Alturk bang li Cudî, Besta û Herekolê kirin û xwestin coşa Botanê bibînin. Namzet Hişyar Uysal jî anî ziman ku tu kes nikare vîna wan bişkîne û teqez wê bi ser bikevin. Li qadê bê navber dirûşmeya ""Şırnak ya me ye", "Kurdistan ya me ye" û "Serkeftin ya me ye" berz kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî jî derket ser dikê û gel silav kir. Dema Temellî derket ser dikê, girsê bê navber dirûşme berz kirin. Temellî, anî ziman ku bi gelê Botanê bi rûmet e û wiha got: "Botan tu car nayê ji bîr kirin. Tu car kes nikare dest ji Botanê berde. Me tu carî kes ji bîr nekiriye û qet em dest ji vê têkoşînê bernadin. Em li dijî zilmê li ser piyan in. Em hêza tekoşînê ji biryar û coşa we distînin." Girsê dîsa bê navber dirûşmeya 
"Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Temelli, bal kişan ser çalakiya Guven û wiha berdewam kir: "Leyla Guven îro 143 rojin di grevê de ye. Em 143 rojin li dijî bê hiqûqiyê têdikoşin. Li gel Leyla Guven îro bi hezaran çalakger li girtigehê di grevê de ne. Bi hezaran kes bi çalakiya xwe balê dikişînin ser bê edaletî û bê hiqûqiya Tirkiye. Dixwazin tecrîda mutlaq bi dawi bibe. Ev daxwaza wan adil û hiqûqî ye. Em dixwazin hikûmet û dewlet hiquq û zagonên xwe pêk binin. Em dixwazin Birêz Ocalan  bi rêk û pêk bi malbat û parêzerên xwe re hevditin bikin. Bêyî kesen din jiyana xwe ji dest bidin gavan bavêjin. Divê em êdî dawî li vê bê hiqûqî û bê edaletiyê bînin." 
 
Temellî, bal kişand ser gotinen Erdogan ên 'Terorîst' û wiha got: "Em li vir in. Vir warê me ye. Em Kurd, Tirk û Tirkiyeyî ne. Li vir Gaza Xwezayî tune Tayyip Erdogan dibêje 'Welatiyên min xwe bi gaza xwezayê germ dikin.' Tê li Şirnexê mîtîngê çêdikin, lê Şirnexi li mîtîngê tune. Li Stenbolê hilbijartinê winda dikin. Êdî dibêjin 'birayên min ê Kurd' Hilbijartinê dest pê kir êdî em bûn birayê wî yê Kurd. Em ê vê lîstike di sindoqê de xera bikin. Em cudakariyê nakin. Yên cudakariyê dikin ew in. Yên perçe dikin ew in.  Ji ber ku em bi ser dikevin tev ketine nava tirsê. Em ji niha de bi ser ketine. Ew nizanin çi dibêjin. Dengê me weki şîrê dayikê helal in. Dengê be baş dizanin dê biçin ku. Deng wicdan in. Cizîr, Şirnex e. Dengê me Mehmet Tunç û Dayika Taybet e. Ji ber vê yekê dengê me dizanin ku dê biçin ku. 
 
HER KES BIÇIN SER SINDOQAN 
 
Temellî, heri dawi bang li her kesî kir ku teqez biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin. Temelî, anî ziman ku sibê her kes li sindoqan xwedî derdikevin û dibin muşahidê xwezayî. Her dengek Şirnex, Tirkiye û Cîhanê diguherîne. Divê her kes sibê biçin ser sindoqan. Çawa ku em li Şirnex, Cizîr, Qers û Amedê biçin ser sindoqan, emê li Stenbol, Edeneqe û Îzmirê jî  biçin ser sindoqan û denge xwe bikar bînin. Demokrasiya ku her kes hêvî dike dê 1'ê Nîsanê li hemû Tirkiye belav bibe."