Temellî: Hilbijêrên me li Amedê jî û li Stenbolê jî wê bi heman hestî biçin dengdayînê

img

AMED – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bang li gelê kurd kir û got: “Heke navê HDP’ê hebe dengê xwe bidin HDP’ê. Heke navê HDP’ê tune be kî li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê xurt be dengê xwe bidin wî. Ev tercîhek ku hêza HDP’ê dide nîşandinê ye. Li Amed, Qers û Wanê HDP’î bi kîjan hestî diçin ber sindoqan, li Stenbol, Antalya û Îzmîrê jî dê bi heman hestî biçin dengê xwe bidin.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî kampanya hilbijartinê ya bi dawî dibe ji ajansa me re nirxand. Temellî di 1’ê Adarê de dest bi kampanya gera hilbijartinê kir û li 60 navçe û navendan bi gel re hat gel hev.  Temellî da zanîn ku HDP’ê partiya ku herî zêde bandorê li ser siyaseta Tirkiyeyê dike ye û got: “Ev hêza me ye. Ev hêviya me ye. Em ê vê hêviya xwe veguhezînin sindoqan. Em ê ji vê tawîz nedin.”
 
Temellî got di hilbijartina xwecihî de îhtîmala wan a ku 130 şaredariyan bi dest bixin heye. 
 
Temellî da zanîn ku ew seranserî mehekê li bajarên herêmê û Tirkiyeyê bi kêfxweşiya 24’ê Hezîranê hatin pêşwazîkirin û di her hevdîtinê de hêrsa gel a li dijî polîtîkaya qeyûman derdiket holê û gel di asta herî jor de li dijî tecrîdê nerazîbûna xwe anî ziman. 
 
'DAXWAZA GEL VEKIRÎ Û ZELAL E’ 
 
Temellî diyar kir ku daxwazên gel pir vekirî û zelal in û di rojeva gel de tecrîdkirina Ocalan, yekîtiya gelê kurd, têkçûna aboriyê, polîtîkayên şer hene û ev jî vediguhere îtîraza gel. 
 
'TEHDÎTÊN WAN TÊN MANEYA TIRSA WAN’ 
 
Temellî bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ku seranserî kampanya hilbijartinê gef li HDP’ê û rayedarên HDP’ê xwar û got: “Gotinên wî tehdît in. Ew nikarin qeyûman tayîn bikin. Qeyûman di çarçoveya OHAL’ê de tayîn kirin. Li gel dizanibûn qeyûm ne hiqûqî ne jî lê dîsa tayîn kirin. Îro ew qanûn nîne. Îro jî nîşandana qeyûman ku wek tehdîtin didin nîşandan, ji ber xetere û tirsa wan a ku dizanin dê winda bikin. Dîtin ku tiştek ji vê tehdîta wan dernakeve niha jî me bi kontrola GBT’iyan tehdît dikin.” 
 
'BI FAŞÎZMÊ CIVAKÊ TEHDÎT DIKIN’ 
 
Temellî da zanîn ku ji bo faşîzmê bikin sazîbûn têgihiştina “dijminiyê” li ser xelkê didin ferzkirin û got: “Dixwazin HDP’ê dijmin bidin nîşandan û dengên nijadperestan bi dest bixin. Ev pêngava faşîzma tîpîk e. Gel ji derewên wan bawer nake. Êdî hatin wê astê ku civakê tehdît dikin.” 
 
'WÊ HDP BANDORÊ LI SER ENCAMAN BIKE’ 
 
Temellî anî ziman ku wan di pêvajoya hilbijartinê de ji bo gelên Tirkiyeyê rêyek dane pêşiya xwe û got: “Me tenê ji bo şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de ne bistînin bernameyek daneniye pêşiya xwe. Me bernameyek bêtirîn dirêj da pêşiya xwe û me perspektîfek danî pêşiya xwe û me bi vê pêngavê tevger kir. Me vebijêrkek ku hemû hêzên demokrasiyê dikaribin îtîraza xwe deynin holê û bloka AKP-HP têk bibin afirand. Vê vebijêrkê yanî rêbaza me hemû xeyal û bendewariya wan hilweşand. HDP viya bi ser xist. Em partiya Tirkiyeyê ne. Em xwedî stratejiyek ku li her devera Tirkiyeyê bandorê li ser îktîdarê bikin e û em xwedî wê hêzê ne. Kes nikare bêje HDP di vê hilbijartinê de bêbandor ma. Wê HDP bandorê li ser encama hilbijartinê bike.” 
 
'EM BI HESTÊN AMEDÊ LI STENBOLÊ JÎ BIÇIN DENGDAYÎNÊ’ 
 
Temellî bal kişand ser polîtîkayên bajarên Tirkiyeyê û got: “Hilbijêrên me li Amed û Wanê rêyek çawa bişopînin dê hilbijêrên me heman rêyê li Stenbolê jî bişopînin. Em li dijî polîtîka, zext û zîhniyeta qeyûman derdikevin. Heke navê HDP’ê hebe dengê xwe bidin HDP’ê. Heke navê HDP’ê tune be kî li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê xurt be dengê xwe bidin wî. Ev tercîhek ku hêza HDP’ê dide nîşandinê ye. Li Amed, Qers û Wanê HDP’î bi kîjan hestî diçin ber sindoqan, li Stenbol, Antalya û Îzmîrê jî dê bi heman hestî biçin dengê xwe bidin.” 
 
‘EM XWEDÎ LI DENGÊN XWE DERKEVIN’ 
 
Temellî banga xwedî derketina dengan û sindoqan li gel kir û got: “Me li her deverê xebatkar ango wezîfedaran amade kirine. Bi ser 60 hezar wezîfedarên sindoqan amade kiriye. Li her deverê ku namzetên me lê hene wezîfedar, muşahît û çavdêrn me hene. Ev hilbijartin girîng e. Em bi qasî xwedî derketina roniya çavê xwe xwedî li dengên xwe jî derkevin. Dengên me li ku bin, em biçin li wir bikar bînin. Dengên me bi nirxin.” 
 
MA / Yasîn Kobulan – Mehmet Şah Oruç