HDP’ê ji bo wekîlên girtî dikaribin deng bidin serlêdan kir

img

ENQERE – Serokwekîlên Koma HDP’ê ji bo parlementerên girtî yên HDP’ê dikaribin di dengdayîna hilbijartina Meclîsa Tirkiyê de dengê xwe bidin daxwazname ji Serokatiya Meclîsê re nivîsand. 

Serokwekîlên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu û Ahmet Yildirim ji bo hevserokê giştî û wekîlên HDP’ê yên girtî dikaribin beşdarî dengdayîna Serokatiya Meclîsê bibin û deng bidin daxwazname pêşkêşî Serokatiyê Meclîsê kirin. 
 
Wekîlên girtî yên HDP’ê ev in: Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên HDP’ê Îdrîs Baluken, Çaglar Demîrel, Abdullah Zeydan, Selma Irmak, Gulser Yildirim, Burcu Çelîk û Ferhet Encu.