Taşçier: Ji bo Rojhilata Navîn pêdivî bi fikrên Ocalan heye

img

AMED– Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier, balê kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û guherîna hevsengên li Rojhilata Navîn. Taşçier wiha got: “Yek ji armanca Tirkiyeyê ya sepandina tecrîdê jî ew e ku rê li ber fikrên Ocalan bigire, da li Rojhilata Navîn jîndar nebin.” 

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier balê kişand tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û geşedanên li Rojhilata Navîn. Taşçier got ku tecrîda li ser Ocalan tê sepandin şikil dide siyaseta derve ya Tirkiyeyê û Tirkiye bi sepandina tecrîdê li qada navnetewî îtibara xwe winda dike. Taşçier got ku Ocalan pêşengekî ku hakimî Rojhilata Navîn e û di siyasetê de bandoreke wî ya zêde heye. Taşçier dest nîşan kir ku ji bo Rojhilata Navîn a nû pêdivî bi fikrên nû heye û Tirkiye bi tecrîdê dixwaze rê li ber fikrên Abdullah Ocalan bigire, da li Rojhilata Navîn jîndar nebin. 
 
‘PÊDIVIYA ROJHILATA NAVÎN A NÛ BI FIKRÊN OCALAN HEYE’ 
 
Taşçier got ku qethiyen tecrîd nayê qebûlkirin û Tirkiye bi tecrîdê dixwaze Abdullah Ocalan bide jibîrkirin. Taşçier got ku li Rojhilata Navîn hevseng ji nû ve teşe digirin û wiha domand: “Bi taybetî li çar dewletên ku kurd lê dijîn geşedanên cuda xwe didin der. Li Sûriye û Iraqê kurd hewl didin li ser xaka xwe, xwe bi xwe bi rê ve bibin. Li van herêman di guherandina hevsengan de bi awayekî zêde para Birêz Abdullah Ocalan heye.” 
 
Taşçier wiha axivî: “Ji bo Rojhilata Navîn a nû pêdivî bi fikrên nû heye. Yek ji armanca Tirkiyeyê ya sepandina tecrîdê jî ew e ku rê li ber fikrên Ocalan bigire, da li Rojhilata Navîn jîndar nebin.” 
 
'LI DIJÎ ÊRÎŞAN YEKÎTIYA NETEWÎ ŞERT E’ 
 
Taşçier balê kişand ser girîngiya Rêberê PKK’ê Ocalan a di warê yekîtiya netewî de û wiha got: “Berê ji bo yekîtiya netewî hin xebat hatin kirin û sermîmarê vê yeke Birêz Abdullah Ocalan bû. Heke îro Birêz Abdullah Ocalan li derve bûna, wê heta niha yekîtiya netewî ya kurdan pêk hatibûna.” Taşçier êrîşên li Kerkûkê bi bîr xistin û wiha got: “Heke yekîtiya netewî hebûna, wê kesî wisa bi rihetî êrîşî Kerkûkê nekirina. Ji ber Birêz Abdullah Ocalan ev êrîş didîtin û pêşbiniyên wî di vî warî de bûn, zaf girîngî dida yekîtiya netewî.” Taşçier got ku heke Tirkiye pirsgirêka kurd çareser bike, wê li herêmê bibe aktorek. 
 
‘JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD AZADIYA OCALAN DIVÊ’ 
 
Taşçier dest nîşan kir ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Piştî hevdîtinên di navbera 2013-2015’an de li herêmê rêzgiriyek ji bo Tirkiyeyê çê bû. Divê Tirkiye rojek berî rojekê dîsa vegere wan hevdîtinan. Heke Tirkiye naxwaze noqî çirava Rojhilata Navîn bibe, divê pirsgirêkên kurdan çareser bike. Ji bo vê yekê jî divê Ocalan azad bibe. Daxwazên kurdan çi bin, divê wan bi cih bîne. Îro Tirkiye ji desketinên li Rojavayê ditirse. Sedema vê tirsê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Di warê pirsgirêka kurd de gava ku divê pêşî bê avatin, rakirina tecrîdê be.”