HDP'ê îdiayên sîxûriyê ji serokwezîr pirsî

img

ŞIRNEX - Wekîla HDP'ê Aycan Îrmez, bal kişand ser îdiayên sîxûriyê yên li Cizîrê û di vê der barê de ji bo Serokwezîr Bînalî Yildirim bibersivîne pêşnûme pirs da meclisê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû îdiakirin ku ciwanên ku xizmên xwe di pêvajoya qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dane, polîs wan bi zorê binçav dikin û sîxûriyê li ser wan ferz dikin. Li ser van îdiayan, Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Aycan Îrmez pirşnûme pirs da meclisê û xwest Serokwezîr Bînalî Yildirim van îdiayan bibersivîne.
 
Di pirsnûmeya Îrmez de ev pirs ji Yildirim hatin kirin:
 
* Rast e kesên di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan sîxûrî li ser malabtên wan tê ferzkirin? Heke ev îdia rast bin aliyê vê yê hiqûqî û qanûnî çî ye?
 
* Ev kesên ku li Cizîrê dixwazin bixin sîxûr, ji bo kîjan armancê hatine peywirdarkirin?
 
* Kesên sîxûrî li ser wan hatiye ferzkirin, bi berdêla pere û xistina dozan xwestine ji wan re sîxûriyê bikin û îdiayên wiha hene. Ev îdia rast in? Heke rast bin, ji bo bajarên kurdan çiqas butçe ji bo sîxûriyê hatiye veqetandin? Ev ji hêla kîşan çavkaniyê ve tê pêşwazîkirin?
 
Îrmez bal kişand ser îdiayên ciwanên herêmê yên wekî "Polîs dixwazin teqemeniyê bidin me û bi vê rêyê xwe bigihînin hin kesan" jî û aşkera kir ku divê Yildirim van pirsên ku hatine kirin û gelek pirsên di vê der barê de bibersivîn.