Wekîlên HDP'ê yên girtî ji bo Azadiya Ocalan bang kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserok û wekîlên HDP'ê yên girtî, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bang li rêxistinên demokratîk kirin û xwestin demildest heyetek biçe Îmraliyê hevdîtin bikin. Parlamenteran bang li rêxistinên navneteweyî jî kir û xwest li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Wekîlan ji kesên aştî û çareseriyê dixwazin jî xwest bêdeng nemînin. 

 
Hevserok û wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên girtî, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin daxuyaniyek hevpar weşandin. Wekilan di daxuyaniya hevpar de diyar kirin ku der barê ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê tê girtin de bi fikar in û wiha gotin: "Birêz Ocalan ji 5'ê Nîsana 2015'an hetaniha 2.5 salin di bin tecrîda girankirî de tê hiştin. Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha bi tu awayî hevdîtin nehatiye kirin. Salek zêdetir e bi malbatê, wekîl û tu kesî re hevdîtin nekiriye. 
 
Îktidara hikûmeta AKP'ê heta niha 670 caran daxwaza parêzerên Ocalan a hevdîtinê red kirine. Destûr nedaye ku malbat bi Ocalan re hevditin bike. Birêz Ocalan ne hikumxwarekî ji rêzê ye. Gelê kurd dixwaze der barê tenduristiya wî de raste rast agahiyê ji wî fêr bike. Ev şertên tecrîda giran me dixe nava fikarên mezin. Ev fikar ne bê cih û war in. Di vê pêvajoya ku hemû nirx û destkeftiyên kurdan tên tunekirin ewlehî û tenduristiya Birêz Ocalan be zêde dixe nava fikaran. Daxuyaniya dozger daye me îkna nake û baweriyê nade me." 
 
DAXWAZÊN WEKÎLÊN HDP'Ê YÊN GIRTÎ WIHA NE
 
I. Em di pêvajoya ku fikar û bendewarî zêde dibin de dijîn. Divê hikûmet û rayedarên dewletê dawî li tecridê bînin û helwestek cîddî nîşan bidin. Divê demildest gavan bavêjin. 
 
II. Polîtîkayên tecrîdê rageşî û şer kûr dikin. Dijminantiya gelê kurd e. Bi vê yekê 10 xalên demokratîkbûna Tirkiye ya mutabakata Dolmabahçeyê ku Birêz Ocalan amade kiribûn didin hemberî xwe. Dîsa hemû bawerî, çand û rengên li ser vê axê dijîn didin hemberî xwe. 
 
Em li bendê ne ku gelê me û hemû cemaweriya demokratîk li hemberî vê yekê helwest û hestiyariyek xurt nîşan bide. Ji ber ku Birêz Ocalan ji bo aştî û çareserî pêk bê, bi fikr, aqil û pêşniyarên xwe kedek mezin daye. Birêz Ocalan xwedî şexsiyetek wisa pir girîng e ku di pêşerojê de jî piştgiriyek mezin bide çareseriya demokratîk a aştiyane. Ji ber vê yekê hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwaze divê hestiyar tev bigerin. 
 
III. Di serî de CPT û hemû rêxistinên navneteweyî û neteweyî em bang li tevan dikin ku hestiyar tev bigerin. Em dixwazin li dijî vê bê hiqûqiyê bêdengiya xwe xera bikin. 
 
IV. Em bang li meclîsê jî dikin û dibêjin. Wekî welatiyên girtî yên xwedî mafên azadiya wekhev em bang diki ku ji bo her kes di nava aştiyê de bijî, ji bo têkiliyên aborî, civaki, çandî û bazirganî yên bi derve re pêş bikeve em dibêjin bi gelê kurd re dest bidin hev. Mîmarê vê yekê jî Birêz Ocalan e. Ger ku meclîs dixwaze çareseriya demokratîk û aştiyane pêk bîne divê gavan bavêje û rê li pêş îmraliyê veke. 
 
Divê demek berî demekê heyetek biçe Îmraliyê û parêzer û malat hevdîtinan pêk bînin. Ger ku gav bên avêtin dê fikara me û gelê kurd derbas bibe. Ger ku gav neyên avêtin dê pirsgirêk kûrtir bibin. Em dixwazin tecrîda li dijî mirovahiyê bi lez bi dawî bibe." 
 
Hevserok û wekîlên HDP'ê yên daxuyanî dan wiha ne: 
 
Selahattin Demîrtaş – Girtîgeha Edirne 
 
Fîgen Yuksekdag – Girtîgeha Kandira 
 
Îdrîs Baluken – Girtigeha Sincan 
 
Çaglar Demîrel – Girtîgeha Kandira
 
Selma Irmak – Girtîgeha Kandira 
 
Gulser Yildirim – Girtîgeha Kandira 
 
Burcu Çelîk – Girtîgeha Sincan 
 
Abdullah Zeydan – Girtîgeha Edirne
 
Ferhat Encu – Girtîgeha Kandira.