Kemalbay: Heke hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê dê kaos derkeve

img

ÊLIH - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di çarçoveya hevdîtinên gel de li Êlihê bi gel re hatin gel hev, di mijara Ocalan de careke din AKP hişyar kir. Kemalbay aşkera kir ku heke hevdîtina bi Ocalan re pêk neyê, dê kaos û tevlihevî li welat derkeve.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em ranewestin, faşîzmê rawestînin" xebatên xwe dewam dike. Rawestgeha HDP'ê ya dawî Êlih bû û bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevka Meclisa Jinan Besîme Konca, Serokwekîlê Komê Ahmet Yildirim, wekîl Kadrî Yildirim, Saadet Becerîklî û Mehmet Alî Aslan û rêveberên HDP'ê li ber avahiya partiyê li hev civiyan.
 
Kemalay bal kişand ser OHAL'ê û da zanîn ku li herêmê rewşa awarte heye û aşkera kir ku siyaseta herêmî felç bûye. Kemalbay bal kişand ser kesên ku tev li daxuyaniyan dibin û cezayê pere li wan tên birîn jî û da zanîn ku kesê tev li çalakiyên demokratîk dibin, ji derveyê zextên dewletê yên fîzîkî, cezayê peran jî li wan tên birîn. Kemalbay di axaftina xwe de talana li Heskîfê jî bi bîr xist û piştrast kir ku li Heskîfê komkujiya çand û dîrokê tê kirin.
 
Kemalbay destnîşan kir ku cinayetên kar ne qeder in û ji malbata karkerê madenê Sidik Kabak ê 18 salî re jî sersaxî xwest. Kemalbay tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em AKP'ê Hişyar dikin. Divê demil dest hevdîtina bi Birêz Ocalan re bê sazkirin. Ji bo pêşî li van nûçeyên qirêj bê girtin, divê heyetek biçe Îmraliyê. 2 sal e agahî ji Ocalan nayê girtin. Berê jî nûçeyên wiha di çapemeniyê de hatibûn belavkirin. Divê ev nûçeyên dibin sedema kaos û gengeşiyê bên bi dawîkirin. Bila hikumet peyiwra xwe bîne cih."
 
Piştî axaftinan li girse derbasî navenda Êlihê bû û wekîlên HDP’ê Besîme Konca, Ahmet Yildirim û Mehmet Emîn Aslan derbasî navçeya Hezoyê bûn û tevahiya rojê esnaf ziyaret kirin û bi gel re hatin gel hev. Gel di serlêdanê de aşkera kir ku ev hevdîtin gelekî girîng in, lê ev li dijî pergala heyî gelekî kêm e, divê berxwedaneke topyekun bê rêxistinkirin.