Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin

img
RIHA - Parlamenterên HDP'ê Gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê Amara ziyaret kirin û bi gel re hatin cem hev. HDP'iyan li Gund birayê Ocalan Mehmet Ocalan ziyaret kirin û daxwaza şifaya Mehmet Ocalan kirin. 
 
Parlamenterên HDP'ê  li Rihayê bi gel re hatin cem hev. Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemir, Sibel Yigitalp û Ayşe Acar Başaran li Navçeyên Wêranşar û Serêkaniyê gel ziyaret kirin. Parlamenterê HDP'ê Îbrahim Ayhan, Navçeyên Bîrecîkû Xalfetî ziyaret kir. Parlamenterên HDP'ê Behçet Yildirim, Îmam Taşçier û Leyla Birlik jî navçeyên Sîwereg û Curnê Reş bi gel re hatin cem hev. 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, li Navçeyên Bîrecîk û Xalfetiyê rastî eleqeyek mezin hat. Ayhan, li nava esnafan geriya û yek bi yek li pirsgirêkên esnafan guhdar kir. Ayhan piştre çû Gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê Amara ziyaret kir û bi gel re hat cem hev. Ayhan birayê Ocalan Mehmet Ocalan ku nexweşe jî ziyaret kir û şifa ji wîre xwest. 
 
Parlamenterên HDP'ê li Sîwereg, Curnê Reş, Wêranşar û Serêkaniyê jî esnaf ziyaret kirin û li pirsgirêkên gel guhdar kirin.