Hevdîtin bi dawî bû: Me meseleyên welat nirxand

img

ENQERE – Hevdîtina Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu bi dawî bû. Yildirim got: “Me meseleyên welat nirxandin.” Kiliçdaroglu jî got: “Birêz Serokwezîr di hin mijaran de agahî da me.” 

Hevdîtina Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ya ku li Meclîsê pêk hat bi dawî bû. Hevdîtin li ser daxwaza Kiliçdaroglu pêk hat û saetek û nîv dewam kir. Serokwekîlên Koma CHP’ê Engîn Altay Ozgur Ozel û Levent Gok, Sekreterê Giştî yê CHP’ê Kamîl Okyay Sindir û ji aliyê AKP’ê jî Serokwekîlê Koma AKP’ê Mustafa Elîaçik di hevdîtinê de cih girtin. 
Serokwezîr Yildirim li ber derî Kiliçdaroglu pêşwazî kir. Piştî poz dan rojnamegeran derbasî cihê hevdîtinê bûn. Piştî hevdîtinê Yildirim û Kiliçdaroglu derbasî pêşberî kamerayan bûn û daxuyanî dan rojnamegeran. 
 
‘EM MESELEYÊN WELAT NIRXAND’ 
 
Yildirim diyar kir ku têkildarî polîtîkaya derve nirxandin kirine û got: “Em spas dikin. Me li gel Kiliçdaroglu li ser meseleyên welat, hem polîtîkaya hundir û hem jî polîtiya derve û mijarên di rojevê de nirxandinan kir.” 
 
Kiliçdaroglu jî wiha got: “Li gel Birêz Serokwezîr li ser gelek pirsgirêkan derfeta me ya hevdîtinê pêk hat. Birêz Serokwezîr di der barê hin mijaran de agahî da me. Em ji bo wî spas dikin.”