Yîgît: Lahey li benda rêveberên AKP'ê ye

img

ENQERE – Nivîskar-lêkolîner Hamîde Yîgît diyar kir ku peywira "Tişta ku te kiriye paqij bike" li Idlibê dane Tirkiyeyê û da zanîn ku Tirkiye li vir peywira rewabûna Nusrayê girtiye ser xwe. Yîgît krîza DYA'yê jî bi vê ve girêda û wiha got: "Lahey li benda rêveberên AKP'ê ye."

Berî çend salan Tirkiyeyê gotibû ku "Em ê li Şamê nimêjê bikin" lê piştre hemû xeyalên wan têk çûn, ketina Idlibê jî wekî "aktorê bingehîn" dixwaze bide nîşan. Lê niha Tirkiyeya ku dixwest hikumeta Sûriyeyê birûxîne, bi ketina Idlibê re bi tezên Rûsiya û Îranê wekî hevkarekî hikumeta Sûriyeyê tevdigere. Lê bêbaweriya Sûriyeyê ya li dijî Tirkiyeyê dest pê kir. Di qada cemaweriyê ya Tirkiyeyê de jî bi gotinên wekî "Dorpêça Efrînê, em ê destûrê nedin Kobanêya duyemîn" dixwazin ketina xwe ya Idlibê rewa bidin nîşan. Bi rastî jî divê meseleya Idlibê çawa bê destgirtin. Der barê vê mijarê de nivîskara pirtûkên bi navê “AKP’nin Suriye savaşı”, (Şerê AKP'ê yê Sûriyeyê) “Tekmili birden IŞİD” Hamîde Yîgît, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
 
IDLIB BÛ BAREGEHA CIHADIYAN
 
Yîgît destnîşan kir ku Tirkiye piştgiriyê dide hemû komên çekdar ên li Idlibê û di nava demê de "piştgiriya xwe ji hin konan kişandiye" û wiha axivî: "Komên ku li çar aliyên Sûriyeyê hatin belavkirin ji nûve bangkirina wan a Idlibê, bi tehliyeyên li Helebê re careke din veguherî baregeha hêzên cihadî. Hemû cihadiyên li Dara, Şam, Heleb û Arselê tehliye kirin û li vir bi cih kirin. Ji Tirkiyeyê re jî tê gotin ku 'Te ev wiha kir, te ew şandin Sûriyeyê, tu paqij bike.' Ketina TSK'ê ya Idlibê dixwazin bi lîçoqa ku ava kiriye re hevrû bikin."
 
Yîgît got ku "Vî karî bi Tirkiyeyê didin paqijkirin" û aşkera kir ku ev peywireke gengeşiyê kêm bike ye û wiha pê de çû: "Rûsiya û Sûriye dê Tikriyeyê kontrol bikin. Ji xwe daxwazên Îran û Rûsyayê ji Tirkiyeyê hebûn. Hêvî û daxwazên Tirkiyeyê hebûn, dê tirkiye bi hin tiştan re rû bi rû bimîne."
 
DÊ NUSRAYÊ REWA BIKIN
 
Yîgît da zanîn ku bi tenêhiştina Eniya Nusrayê re, dê Eniya Şam a Fatîhê ji navê bikişînin û vê ji Tirkiyeyê dixwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê piştre Îran, Rûsiya û Sûriye vegerin li ser Idlibê rawestin, Idlib li benda operasyoneke cidî ye. Heta wê demê divê Tirkiye wan ji hev veqetîne, yên nerm û radîkal ji El Qaîdeyê vediqetînin. Dizanin dê Tirkiye vê neke. Lê dema ew bi Dêra Zorê re mijûl dibin, peywira sarkirina qazana Idlibê dan Tirkiyeyê. Dê ev bi ser nekeve. Yên 'nerm' sunnî ne. Ji ber ku koka van hemûyan El Qaîde ye. Hemû radîkal bûn. Çima, ji ber ku hêza li wir Nusra ye. Kesên ji wê re serî netewînin, nikarin li Idlibê bimînin."
 
LI BER SERÊ XWE AFGANISTANEKÎ NAXWAZE
 
Yîgît aşkera kir ku bi komên li Idlibê re dê Tirkiye bikeve pevçûneke cidî û ev tişt got: "Dê bi hêrseke mezin êrîşê Tirkiyeyê bikin. Tirkiye ji bo vê rawestîne ket tevgerê. Dibêje ku 'Ez li ber serê xwe Aftanistaneke nû naxwaze' ev rast e, ji vê ditirse. Tirsa dê hemû Afkanistan êrîşê wê bike. Divê Nusrayê bi vê formulê bide iqnakirin. Ji ber wê li dijî Abdullah El Curanî sûîqastek pêk hat û tê gotin ku Tirkiye di binê vê de ye. Yanî dê serokên wan bikujin û bi vî rengî belav bikin." 
 
LI SER MESELEYA KURD XEYALEKÎ BAZAR DIKE
 
Yîgît polîtîkaya Tirkiyeyêya der barê kurdan de jî nirxand û ev tişt anî ziman: "Tirkiye vê peywirê wekî derfetekê dibîne. Çi wekî firsendekî dibîne? Wekî Mertalê Firatê dixwaze Mertalê Idlibê jî ava bike. Ev bi vekirî got. Bi vê îlanê diyar e AKP vê yekê bi dil û can dixwaze. Dibêje ku min xetereyek da ber çavê xwe, wê demê ewlehiya min a sînor mijara gotinê ye û li benda peywireke wiha ye. Vê yekê tişta ku hêvî dike û wekî armanca xwe ya sereke dibîne. Dixwaze Efrînê ji çar aliyan ve dorpêç bike. Heke ev peywir dabine wê, hêviyên wê ev in. Lê ez vê bêjim: Kişandina AKP'ê ya lîçoqa Idlibê ne dildarî, mecbûrî ye."
 
DIBE RÊYA LAHEYÊ LI PÊŞ AKP’IYAN VEBE…
 
Yîgît anî ziman ku gotinên wekî kurd dixwazin xwe bigihînin Deriya Spî bazareke polîtîkayeke navxweyî ye û bi vê dixwazin operasyonê rewa bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke xeyaleke Deryaya Spî hebe, ev li ser Hatayê re dibe. Ji ber ku deriyê Idlib ji Hatayê re vedibe."
 
Yîgît diyar kir ku Amerîka li ser Idlibê bi tu awayî ranaweste û zêdetir li ser Dêra Zor diponize û di Idlibê de tu îdiayên wê nema ne, lê ji ber ku Tirkiye tev li vê yekê kirine aciz e û wiha got: "Dibe DYA bêje ku hemû komên cihadî yên li wir Tirkiye piştgiriyê dide wan û çekan ji wan re dişîne. Dibe ku vê îlan bike. Dema dosyaya Zarrab bifikirin dibe ku rêya Laheyê li benda hemû rêvberên AKP'ê be." Yîgît herî dawî piştrast kir ku li Sûriyeyê tu kes bi Tirkiyeyê ne bawer e û got ku "Tirkyeya ku dixwest Sûriye bibe 3 parçan, îro naxwaze Sûriye parçe bibe, ev bi gotina çima tê lêpirsînkirin. Kes Tirkiyeyê wekî dost nabîne. Wekî welatekî ji piştê ve karan tevlihev kirî tê zanîn. Sûriye Rûsiyayê hemû berpirsyarî dan û Rûsiya niha dibêje Tirkiyeyê tiştên ku te kiriye paqij bike."
 
MA / Kenan Kirkaya