Turk: Heta kurd azad nebin tirk qet azad nabin

img

STENBOL - Hevşaredarê berê yê Mêrdînê Ahmet Turk di 5'emîn salvegera damezirandina HDP'ê de diyar kir ku heta kurd azad nebin tirk qet azad nabin û wiha got: "Tevî hemû neheqî, bê hiqûqî û zilmê em îro dîsa li ser piyan in. Em di ber xwe didin em dê di ber xwe bidin."  

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 5'emîn salvegera damezirandina xwe li Dika Atîlla Îlhan a Navenda Çandê ya Mustafa Kemal a Akatlara Beşiktaşê bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku ji peywirê hat girtin Ahmet Turk jî axaftin kir. Dema Turk derket ser dikê hemû girseya li salone rabû ser piyan û li çepikan da.  
 
'EM HEBÛN EM HENE EM DÊ HER HEBIN
 
Turk, di serî de xwest pêvajo rast bê xwendin û têkoşînek rast bê dayîn û wiha got: "Ji bo em daxwazên xwe  yên demokrasiyê bigînin civaka tirk me di salên 91'an de bedelên mezin dan. Em îro dibinin ku têkoşîna me mezintir û bi hêztir bûye û li ser piyê gelan pêş dikeve. Qanûnê dibe ku girtina partiyan zor kiribe. Lê îro bi sedan siyaetmedarên me girtî ne. Em îro dîsa şahiyê pêk tînin. Ev şahî tê wateya ku em hebûn. Em hene û me dê hebin. Tevî hemû zilm û zordariyê em li ser piyan in. Xwestin me tenê bihêlin. Lê em bi têkoşînê li ser piyan man. Gelê Tirk heqîya me dît. Em ji bo pêşeroja demokratîk a hevpar a gelan têdikoşin."  
 
BIRÊZ OCALAN KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK ANÎ ROJEVÊ
 
Turk, bal kişand ser têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan îro konfederalizma demokratîk anî rojevê. Ji bo gelên li Rojhilata Navîn bi hevre jiyanek demokratîk ava bikin gavên mezin avêtin. Ev gavek gelek mezin e. Lê hikûmeta îro naxwaze gelê kurd û tirk û hêzen demokratîk bi hevre bijî. Îro gelek hunermend, rewşenbir, siyasetmedar girtî ne. Yên dîtin ku em xwedî heq in û em mezin dibin ev mezinbûna me tehamul nekir. Îktîdar gelê Tirkiye yên polîtik naxwaze. Gelê Tirkiye ne dijminê gelê Rojhilata NAvîn e. Em dîsa dibêjin heta gelê kurd azad nebe gelê tirk jî azad nabe. Îro tevî hemû neheqî, bê edaletî, bêhiqûqî û zilmê em dîsa li ser piyan in. Em di ber xwe didin em dê di ber xwe bidin. Hezar silav ji berxedêran re. 
 
Piştî axaftina Turk peyama hevserokê Giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û peyama Hevseroka giştî ya berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag hatin xwendin.