HDP'a Muglayê Kongreya xwe li dar xist

img

MUGLA - Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, di kongreya Rêxistina HDP'ê ya Muglayê de têkildarî qanûna miftîtiyê axivî û wiha got: “Serokomar Erdogan bixwaze jî nexwaze jî ew qanûn dê neyê qebûlkirin. Em jin dê destûrê nedin vê yekê.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Muglayê 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Kongre li Navenda Çanda Gazî Mustafa Kemal hat lidarxistin. Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu Heverokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endamên MYK’a HDP, Meclisa Partiyê (PM) û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn. Kongre ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêzgirtinê destpêkir.      
 
Di kongrê de nameya Hevarokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a ji pîrozbahiya 5’emîn salvegea avabûna partiyê rê şandî, hat xwedin. 
Dûrê jî endama MYK’ê Beyza Ustun mafê axatinê girt û diyar kir ku ligel hemû êrîşan HDP’ê tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda. 
 
‘NE AŞTÎ ŞER TERCÎH KIRI’
 
Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu jî, balkişand ser êrîş û girtinên parlementerê HDP’ê. Kerestecîoglu, anî ziman ku kê li şûna partiya wan bûya niha tar û mar bibû û wiha axivî: “Bila mehû kes baş zanibi, hikûmetê ne aştî şer tercîh kir.” 
 
'DÊ QANÛN DI MECLÎSÊ DE NEYÊ QEBÛL KIRIN' 
 
Kerestecîoglu, da zanîn ku dê di rojên pêş de qanûna miftîtiyê pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclîsê bikin û wiha got: “Serokomar Erdogan bixwaze jî nexwaze jî dê ev qanûn di meclîsê de neyê erê kirin. Ew qanûn dê di meclîsê de neyê qebûl kirin. Em jin destûrê nadin bê yekê.”
 
'EM SERÎ NATEWÎNIN'
 
Piştre Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha bilêv kir: “Ji dîrokê heya roja îro ev dewlet xwedî hişmendiyek tekparêze. Hişmendiya vê dewletê ewe ku gelan tune bike. Emê tu carî serê xwe li ber pergalê netewînin. Em li ser vê xakê jiyanek pak bidomînin.” 
 
Piştî axaftinan rapora faaliyet û aboriyê hat xwendin. Ji bo hevserokatiya HDP’a Muglayê jî Fadîme Ay û Yusuf Uludag hatin hilbijartin.