Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin

img

ENQERE - Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç diyar kir ku ew serlêdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dinirxînin. 

Wezîrê Edaletê yê dewleta tirk Yilmaz Tunç beriya civîna koma AKP’ê pirsên rojnamegeran bersivand. Tunç, pirsa têkildarî serlêdana Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi daxwaza hevdîtina rû bi rû ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wiha bersivand: “Em niha daxwaznameya DEM’ê dinirxînin.”