Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in

img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û wiha got: “Heke li ser zemîna mutabeqeta civakî be, em jî li gel in.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe de axivî. Ozel, têkildarî bangawaziya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya derheqê Îmraliyê de û wiha got: “Heke li ser zemîna mutabeqeta civakî be, em jî li gel in. Lê belê xetekî me ya sor heye. Ew jî rizaya malbatên şehîd û gaziyan e. Em ji tu tiştên ku nikarin li çavên malbatên şehîd û gaziyan binêrin re bibêjin ‘erê.’ Xeta me ya sor ev e.” 
 
QEYÛM 
 
Ozel, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî da û ev tişt anî ziman: “Îktîdar ji bo ji xwe re rêyê veke dîsa serî li heman rêyê da. Ahmet Ozer ji ber hevdîtina telefonê ya nekirî girtin. Ev bû 28 roj îdianame nehatiye amadekirin. 10 partiyan bi hev re pêşniyarqanûn dan ku tayînkirina qeyûman were bidawîkirin. Qeyûm ne karê DEM’ê an jî CHP’ê ye. Heke îro ji bo me sibe dê ji bo hin kesên din be. Mesele ne meseleya terorê ye, meseleya demokrasiyê ye.”