AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin

img

ENQERE - DEM Partiyê pêşniyar kir ku di balafiran de xizmeta bi kurdî were dayin û ev pêşniyar bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin. 

Li Komîsyona Plan û Bûdçeyê hevdîtinên têkildarî Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2025’an didomin. Hevdîtinên têkildarî bûdçeya Wezareta Vegguhestin û Binesaziyê heta derengiya şevê domiyan. Di hevdîtinan de DEM Partiyê 4 pêşnûme pêşkeş kir û tevek jî bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. 
 
PÊŞNIYARA JI BO XIZMETA BI KURDÎ
 
DEM Partiyê di pêşniyareke xwe de xwest ku şîrketên rêya hewayî xizmeta bi kurdî jî bidin rêwiyên xwe û di vê çarçoveyê de personelên bi kurdî dizanin îstîhdam bikin. Hat xwestin ku ji bo vê xizmetê 2 milyar lîre li bûdçeya wezaretê bê zêdekirin. Ev pêşniyar bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin. 
 
DAXWAZA ÎNTERNETA BELAŞ
 
Di pêşniyareke din de jî DEM Partiyê xwest înterneta bêpere ji hemû malan re were dayin. DEM Partiyê diyar kir ku ji ber bihabûna înternetê bi milyonan mal ji înternetê bêpar in û xwest înterneta malan bêpere be. Ji bo vê jî xwest li bûdçeya wezaretê 120 milyar lîre bên zêdekirin. Pêşniyar bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin. 
 
PÊŞNIYARA JI BO KARKERÊN PTT’Ê BIBIN KADRO 
 
DEM Partiyê ji bo karkerên PTT’ê yên nekadro bibin kadro pêşniyar kir û xwest ji bo vê ji bûdçeya wezaretê 20 milyar lîre bûdçe were veqetandin. Ev pêşniyar jî ji hêla AKP-MHP’ê ve hate redkirin. 
 
Di pêşniyareke din de jî DEM Partiyê xwest pereyên bi sedema çêkirina tunel û projeyan rêyan û di çarçoveya Hevkariya Taybet a Cemaweriyê (KOÎ) ji şîrketan re tê şandin bê sekinandin. Pêşniyar bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin. 
 
Piştî hevdîtinan, bûdçeya wezaretê ku 479 milyar û 273 milyon û 718 hezar lîre ye, li komîsyonê hate qebûlkirin.