Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin

img

STENBOL - Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Levent Tuzel diyar kir ku pirsgirêka kurd dikare bi sererastkirinên qanûnî çareser bibe û wiha got: “Divê gelên  Tirkiyeyê bi destên hev bigirin û xwe ji vê pergalê xelas bikin.” 

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Levent Tuzel têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareseriyê de û nêzikatiya îktîdarê nirxand. Tuzel, got ku pirsgirêka kurd dikare bi sererastkirinên di destûra bingehînde were çareserkirin. 
 
Tuzel, got ku bangên Devlet Bahçelî yên ji bo pirsgirêka kurd eleqeya xwe bi şerê li Rojhilata Navîn re heye û ev tişt anî ziman: “Tirkiye dixwaze di pirsgirêka kurd de ji rewşa pevçûnan derkeve. Îktîdar lewma van bangawaziyan dike. Lê tifaqa AKP-MHP’ê pirsgirêka kurd her tim weke pirsgirêka ‘teror’ û ‘ewlehiyê’ dît. Mafên wekheviyê, demokrasî û temînatên destûra bingehîn û statûya wan tu caran nebû meseleya rêveberiya burjuvayê.” 
 
Bi domdarî Tuzel, ji bo rola ku Tirkiye di valahiya Rojhilata Navîn de cih bigire jî ev nirxandin kir: “Bahçelî girêdayî planên DYA’yê yên li herêmê ev gotin kir. Dixwazin serdestên Tirkiyeyê rol bigirin û li gorî vê teşeyê didi polîtîkayê. Li rexekî hêviya aştiyê ava dikin li rexa din jî gefan li aktorên siyasî yên têkoşîna neteweyî ya kurd dixwin, qeyûman tayîn dikin. Lewma jî mirov dibêje jidil nînin.” 
 
‘ÎKTÎDAR HEWL DIDE PEYMANEKE LI GORÎ DAXWAZA XWE FERZ BIKE’ 
 
Di berdewamê de Tuzel bi lêv kir ku serdestên tirk ev sed sal in kurdan înkar dikin û wiha pê de çû: “Li rexekî dibêjin em şer bi dawî bikin li rexa din jî qeyûman tayîn dikin, muxataban bêhêz dihêlin. Dixwazin wan, neçarî şertên xwe yên ferz dikin bikin. Her wiha hewl didin serê muxalefetê jî tevlihev bikin û serî pê bidin tewandin. Di polîtîkayên îktîdarê de nakokî hene. Serê her kesî tevlihev e û kes nizane ev pêvajo dê çi bi xwe re bîne. Armanca dewletê ew e ku PKK’ê bêçek bike û tesfiye bike. Eşkereye ku armanceke wan a avakirina normên demokratîk a bingeha xwe ji mafên wekhev digire û bi destûra bingehîn hatine misogerkirin tune ye. Dixwazin tawîzên pir biçûk bidin û pêvajoyê bimeşînin. Mimkin nîne îktîdar ji vê encamekî bi dest bixe.”
 
'MESELEYA ESASÎ BIDAWÎKIRINA ŞER NÎNE’ 
 
Tuzel, anî ziman ku PKK ji ber pirsgirêka kurd derketiye û wiha got: “Abdullah Ocalan weke muxatabê çareseriya siyasî, demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd tê nîşandan û ev yek tê fêmkirin. Lê mesele ne tenê bidawîkirina şer e. Dê civakek, destûreke bingehîn a çawa were avakirin? Mesele ev e. Divê were zanîn bê ka Ocalan dixwaze çi bibêje û ev yek bên zanîn. Em wisa fêm dikin ku dewletê hêj tişta dixwaze ji Ocalan nebihîstiye û jê nestandiye. Jixwe tecrîd hêj didome. Avakirina aştiyê û bidawîkirina şer pêvajoyên hêsan nînin. Me bi xwe jî ev pêvajo jiyane.” 
 
ROLA ABDULLAH OCALAN 
 
Tuzel, daxuyand ku heke di çareseriya pirsgirêka kurd de temînatên makezagonî çêbibin aştî dikare pêş bikeve û wiha derbirî: “Divê dewlet temînatan bide û Weke DEM Partî dibêje, divê haya civakê, hêzên civakî û Meclisê ji vê pêvajoyê hebe û rolekî li xwe bigirin. Ji bo êşên gelê kurd bi dawî bibin divê ziman û sepanên pratîk bikevin meriyetê. Bêguman weke rêberê rêxistinê gotinên Ocalan girîng in. Rola wî girîng e. Lê navê Ocalan bi xwe jî êdî bes nake. Lewma divê CHP û hêzên siyasî di dewrê de bin.” 
 
Tuzel, herî dawî jî got ku rêya bidawîkirina zextên weke qeyûman “hilweşandina rejîma qesrê ye” û li dijî vê banga yekkirina hêzê û têkoşînê li her kesî kir.