Civîna DEM Partiyê bi dawî bû: Em desteserkirina îradeyê qebûl nakin

img

STENBOL - MYK ya DEM Partiyê bi rojeva qeyûm li avahiya navçeya Esenyûrtê hate bahev. MYK ya CHP’ê jî di heman çarçoveyê de kom bû. 

 
Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ê bi lihevhatina bajêr hatibû hilbijartin, hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Piştî girtina Ozer, Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li avahiya DEM Partiyê ya Esenyûrtê civiya. Di civîna ku di bin serokatiya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari pêk hat de, serenavê rojevê bû tayînkirina qeyûm a li şaredariyê.
 
Di civînê de hate destnîşan kirin ku dê xwedî li îradeya gel û lihevhatin bajêr were derketin. Di civînê de hate diyakirin ku tu desteserkirina îradeyê qebûl nakin û hate destnîşankirin ku lihevhatina bajêr ne ya CHP’ê û DEM Partiyê ye lihevhatina gelê Esenyûrtê ye. 
 
Li aliyê din MYK ya CHP’ê jî li avahiya Rêxistina Navçeyê ya Esenyûrtê kom bû. Di civîna ku Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî tev li bûyî de hate diyarkirin ku dê li dijî qeyûm bertekeke tund were nîşandan.