ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û wiha got: “Dê hevdîtinên nû li gorî daxwazan bên nirxandin.”
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, di çarçoveya hevdîtinên bi malbatê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtin, piştî 43 mehan hatibû lidarxistin. Mijara tecrîdê hêj di rojeva raya giştî de cih digire û di demeke wiha de Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç got ku dê hevdîtin li gorî daxwazan bên nirxandin.
Yilmaz Tunç ê beşdarî bernameyeke televîzyonê bû, wiha bersiv da pirsa “Dê bi Abdullah Ocalan re tu hevdîtinên din bên kirin an na?”: “Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan biraziyê wî ye, serlêdanek kiribû. Serlêdaneke nû nebû, ev demekî dirêj e parêzerên wî jî serlêdanan dikin. Di dawiya dawî de rewşeke qanûnî ye û hevdîtin hate kirin. Hevdîtinên nû dê li gorî daxwazan bên nirxandin. Jixwe di mewzûatên me de diyar e bê ka hevdîtina hikûmxwarekî ya bi xizmên xwe re dê çawa be. Her kes dikare di çarçoveya van rêziknameyan de mafê xwe bi kar bîne.”