MYK’a DEM Partiyê li Stenbolê dicive

img
STENBOL - Piştî girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm, MYK’a DEM Partiyê dê li Stenbolê bicive. 
 
Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Piştî girtina Ozer, Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê li Stenbolê bicive. 
 
Civîn dê bi serokatiya hevserokên giştî were lidarxistin û rojeva wê jî girtina Ozer û tayînkirina qeyûm a li şûna wî ye. Civîn dê li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê were lidarxistin. Tê payin ku piştre daxuyanî were dayin. 
 
DÊ BEŞDARÎ DAXUYANIYA LI PÊŞIYA ŞAREDARIYÊ BIBIN 
 
Piştî civîna MYK’Ê dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, endamên MYK’ê, Koma Meclisê û rêxistinên bajar û navçeyan saet di 16.00’ê de beşdarî daxuyaniya li pêşiya Şaredariya Esenyurtê bibin. Di vê çarçoveyê de DEM Partiyê bang li hemû rêxistinên xwe yên li seranserî Stenbolê kir. 
 
DÊ ÇALAKIYÊN GIŞTÎ BÊN LIDARXISTIN
 
Her wiha dê DEM Partî li seranserî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî “xespa qeyûm” çalakiyên protestoyî li dar bixe û bang kir.