ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan destnîşan kir ku divê “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan û girtiyên din were pêkanîn.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan piştî komcivîna Meclisê ya partiya xwe pirsên rojnamevanan bersivandin. Bakirhan ê pirsa têkildarî gotinên Serokkomarê AKP’î Erdogan ên derbarê DEM Partiyê de bersivand, wiha got: “Cihê ku em lê disekinin diyar e. Em ji destpêkê ve li ser bingeheke ku aştiyeke birûmet diparêze disekinin. Em ê vê bidomînin.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ’
Bakirhan, ê bersiva pirsa têkildarî “Mafê Hêviyê” da, ev tişt got: “Mafê hêviyê ne tişteke ku em biryara wê bidine. Di peymanên navnetewî ku Tirkiyeyê îmze kirine de jî ev heye. Di biryara DMME’yê ya Ocalan de ev heye. Dibêje ku hikumxwariyek cezayê muebeda girankirî jî girti be divê mafekî wî yê heviyê hebe. Ji ber vê yekê DMME’yê ji bo Tirkiye vî mafî pêk bîne biryarek da. Biryareke rast e. Mafê hêviyê ne tenê ji bo birêz Ocalan divê ji bo bi hezaran girtiyan were pêkanîn.”
‘TECRÎD RANEBÛ’
Bakirhan, bal kişand ser hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevdîtinek çêbû, ev nayê wateya rabûna tecrîdê. Tecrîd rabe dê baş be. Dê ji bo me hemûyan û Tirkiyeyê baş bibe. Fikrên ji wir werin, dê bingeha aştî û demokrasiya li vir mezin bike. Tevkariyê bike. Ez dixwazim diyar bikim ku vekirina deriyan û avakirina şert û mercan dê ji bo me hemûyan baş bibe.”