Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan

img
ENQERE - Endamên MYK’a DEM Partiyê li navenda giştî ya partiyê civiyan. Hat zanîn ku gelek mijar di rojeva civînê de heye. 
 
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari civiyan. Civîn li navenda giştî ya partiyê ya li Bukluma Enqereyê tê lidarxistin. Civîna MYK’ê bi rojevek zêde dest pê kir. 
 
NARÎN ROJEVA SEREKE YE 
 
Kuştina Narîn Guran û geşedanên ku pê re rû dan, di rojeva sereke ya MYK’ê de ye. Her wiha MYK dê di civîna xwe de balê bikişîne ser rol û rista daxuyaniyên HUDA PAR’ê û parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû yên der barê kuştina Narînê de. MYK dê di civîna xwe de li ser kuştina zarokan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî nîqaş bike. 
 
PLANSAZIYÊN NÛ 
 
Di rojeva MYK’ê de hevdîtinên “Nan û Edaletê” jî ku didomin dê hebe. Hat zanîn ku MYK dê di civînê de li ser plansazî ango bernameya heyama pêşiya me biaxive û plansaziya nû amade bike. 
 
TIFAQA DEMOKRASIYÊ 
 
Rojevek din jî ya MYK’ê “Tifaqa Demokrasiyê” ye. Wê li ser xebat û plansaziya tifaqê bi berfirehî nîqaş û axaftin bên kirin. 
 
MYK her wiha wê li ser plansaziya Konferansa Rêxistinkirina Jinan ku sibê dest pê dike û dê du rojan bidome û Konfernasa Rêxistinkirina Giştî ku dê di 14-15’ê îlonê de li dar bixe amadekariyan bike.