DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê

img

ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê têkildarî kuştina Narîn Guran de pêşniyaznameya bi daxwaza ku wezîr Alî Yerlîkaya bibersivîne pêşkêşî Meclisê kirin û pirsa gotinên parlamenterên AKP’ê ji wezîr kirin. 

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di nav de hemû parlamenterên DEM Partiyê pêşniyaznameya der barê kuştina Narîn Guran de ku îmze kirin, pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirin. 
 
Parlamenteran bi daxwaza ku Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya bibersivîne pêşniyazname dan. 
 
Di pêşniyaznameyê de der barê kuştina Narînê de ji Yerlîkaya hatin kirin û xwestin mijar bigihîje zelaliyê. Di pêşniyaznameyê de her wiha axaftina parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû ku gotibû, “hin tiştên ku em dizanin hene lê divê carna meriv nebêje, malbat dostên me ne” hat bi bîr xistin û ev pirs hat kirin: “Gelo wê îfadeyên parlamenterê navborî jî bê girtin?”