Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê û TJA’yê  serdanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomînin û wiha gotin “Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan bi birêz Ocalan re hevdîtinên aştî û demokrasiyê were kirin.”
 
Di 25’ê tîrmehê de şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Parlamentera berê û Endama TJA’yê Ayşe Acar Başaran jî di nav de, serdana Başûrê Kurdistanê kir. Şandeyê li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê li gel aliyên siyasî, kesayetên diyan û jinan hevdîtin pêkanîn. Di serdanan de behsa pêşketin, bûyer û rewşa niha Başûr û Bakurê Kurdistanê hate kirin. 
 
Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê, li eywnan Hotêla Ramada ya li bajarê Silêmaniyê, şandeya parlamenterên DEM Partiyê û TJA’yê di derbarê serdanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniya çapemeniyê dan.
 
Di daxuyaniyê de Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît mafê axaftinê girt û wiha got: “Di 25’ê tîrmehê de me serdanek ji bo Başûrê Kurdistanê destpê kir û hinek serdanên dîplomatîk li darxist ku di nav de hinek aliyên siyasî, kesayetên diyar û jinan hebûn. Pirsgirêkên gelê Kurd ne tenê di van salan de hene, bi sedan sale ev pirsgirêk li ser gelê me têne meşandin û bi taybet di nava 22 salên desthilata AKP-MHP’ê de siyasetek qirêj li ser gelê Bakur hatiye meşandin û roj bi roj kurtir dibe. Tevî serkeftina HDP’ û DEM Partiyê ya di hilbijartinan de, dewletê zextên xwe zêde kir û polîtîkaya desteserkirina vîna gel meşand. Li beramberî vê jî berxwedanek mezin heye.”
 
Di derbarê yekkirina têkoşîn û berxwedana li Bakur û Başûr de Sayyîgît wixa dirêjî da axaftina xwe: “Berxwedana li Bakurê Kurdistanê ji hêz û baweriya gel tê. Em hêvîdarin ku gelê Başûrê Kurdistanê jî ji bo yekîtiya gelê kurd û çareseriya demokratîk û aştiyane têkoşîneke bi vî rengî bimeşîne.”
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnex Newroz Uysal jî di daxuyaniyê de axivî û wiha pê de çû: “Îro li her çar parçeyên Kurdistanê, li ser nasname, statu û dagirkeriyê êriş û hewldanên ji holê rakirina gelê kurd hene. Li dijî vê siyaseta li ser gelê me jî, tişta dikeve ser milê me yekgirtin û yekrêziya gelê kurd e. Da ku em bikarin serkeftinê bidestbixin. Li Rojhilata Navîn rojane karesat û buyerên mezin ru didin û êrişên nû destpê dikin. Ji ber vê yekê yekitiya gelê me ne tenê pêwîstiyeke di heman demê de berpirsyariyeke mezine. Her wiha ev ne tenê erkê aliyên siyasî ye, bûye ruhekî netewî û niştimanperwerî.”
 
Uysal di dewama axaftina xwe de qala nakokiyên di nava kurdan de kir û wiha domand: “Îro nakokî û pirsgirêkên me yên navxweyî nehiştiye ku em yekîtiya netewî pêk bînin. Ji ber vê dagirkerî li ser Başûr tê meşandin û siyaseteke qirêj li dijî gelê Bakurê Kurdistanê tê meşandin. Îro jî mîna Şêx Seîd û Qazî Mihemed dîrok li ser Rêber Ocalan ku 25 salin di bin tecrîdê deye tê dubarekirin. Dewleta Tirk 25 sal in Rêberê Gelê Kurd xistiye girtîgehê û tecrîdek li ser dide meşandin. Siyaseta şer û tecrîdê bi hev re li dijî wê tê tê meşandin. Di vê çarçoveyê de aliyên Kongreyên Netewî û Gel ên li çar aliyê cîhanê ji bo şikandina tecrîdê û avakirina azadiya fîzîkî têdikoşin.”
 
Di derbarê serdana aliyên li Başûrê Kurdistanê de jî Uysal ev tişt gotin: “Ji bo pirsgirêka Kurd bi aştî û demokrasiyê çareser bibe, divê guftugo were kirin. Di hemû serdanên me de hemû alî û kesayetan banga destpêkirina diyalogê kirin ku yek ji wan jî guftugoya li gel birêz Ocalan e. Sedema serdanên me di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd de bû. Yekitiya gelê kurd bêguman wê bandorê li çareseriya pirsgirêkên her çar parçeyên Kurdistanê û rewşa birêz Ocalan bike.”