DEM Partiyê xwest mudaxileya îktîdarê ya li darazê bê lêkolînkirin

img
ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî xwestin Meclis “Mudaxileya îktîdarê ya li darazê û rewşa dîlgirtî ya darazê” lêkolîn bike. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi daxwaza tespîtkirina mudaxileya îktîdarê ya li darazê, rewşa alîgir û bendî ya darazê û sepanên derhiqûqî yên dema dozên polîtîk û ziyanên bi xwe re anîne bên lêkolînkirin. Bi vê boneyê pêşnûmeya lêkolînê da Serokatiya Meclisê. 
 
Di pêşnûmeyê de hat gotin ku yek ji hîmên sereke yên dewleta hiqûqê ya demokratîk, cudahiya hêzan a ji hev e. Bi domdarî hat gotin ku daraz, ji bo bicihanîna hedefên îktîdara siyasî weke amûrekî tê bikaranîn û hem ji hêla mewzûatê ve hem jî ji hêla hiqûqê ve li gorî van hedefan teşe digire. 
 
‘PERGALA HIQÛQÊ TÊ HILWEŞANDIN’ 
 
Di berdewamê de hat gotin darazê di serî de Doza Kobanê, Doza Girtina HDP’ê, Doza Geziyê, tayînkirina qeyûman, dosyayên hevşaredardan û di dozên Çapemeniya Azad de li gorî peymanên navneteweyî, mewzûatên neteweyî û îçtîhatan tevnegeriyaye, biryarên AYM û DMME’yê tune hatine hesibandin û darizandinên siyasî tevahiya pergala hiqûqê hilweşandiye. Her wiha hat destnîşankirin ku bi taloqkirina tehliyeya girtiyên cezayên wan xelas bûne re rejîmeke înfazê ya nû hatiye afirandin. 
 
DOZA KOBANÊ 
 
Hat gotin di Doza Kobanê de bi cezayên li siyasetmedaran hatine birîn re hatiye xwestin ku HDP’ê krîmînalîze bikin û derveyî siyasetê bihêlin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Di vê dosyayê de nîşeya TEM’ê hatiye dîtin ku bêhejmar û bêîmze bû û di nava dosyayê de hatibû ‘jibîrkirin.’ Ji vê nîşeneyê eşkere dibe ku ji bo girtina HDP’ê bingeh hatiye avakirin.” 
 
BIRYARÊN DMME’YÊ NAYÊN NASKIRIN 
 
Serowekîlan biryarên DMME’yê yên têkildarî Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de nehatiye cîbicîkirin. Her wiha doza Can Atalay hat bibîrxistin hat gotin ku dadgehan biryarên AYM’ê nas nekirine. Her wiha biryarên darazê yên têkildarî hevşaredaran û tayînkirina qeyûman jî hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku pratîkên darazê nîşan dide ku bi temamî veguheriye darazeke siyasî û alîgir.