Ozel: Meaş neyên zêdekirin wê hilbijartin çêbibe

img
ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di komcivîna partiya xwe de got: “Tu meaşan zem bikî wê debar bibe, tu zemê nekî dê hilbijartin çêbibe. Heke hûn dixwazin meaşê wê bê zemkirin, îro êvarê lembeyên xwe pêxin û bivemirînin.” 
 
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li Meclisêdi komcivîna partiya xwe de têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Ozel bal kişand ser girîngiya hilbijartina pêşwext û got ew ê dawî li vê desthilatdariyê bînin û her kes wê rehet bibe. 
 
Ozel di mijara nezêdekirina meaşên teqawidan de nerazîbûn nîşanî desthilatdariyê da û got: “Ev hikûmet naxwaze teqawidan bibîne û bibihîze.” 
 
BANGA JI BO MEAŞÊ ASGARÎ
 
Ozel xwest ku meaşê asgarî bê zêdekirin û got: “Em li bendê ne û dixwazin ku meaşê asgarî bibe 25 hezar lîre. Em ê heta dawiyê ji bo vê yekê têbikoşin.” 
 
BANG LI TIRKIYEYÊ KIR: RABE SER PÊYA 
 
Ozel di berdewama axaftina xwe de ev yek destnîşan kir: “Heke tu meaşê asgarî û teqwîdiyê zem bikî wê debar bibe, heke tu zem nekî wê hilbijartin çêbibe. Em hemû Tirkiyeyê vedixwînin ku rabe ser pêya. Her kes îro êvarê saet di 21.00'an de rabe ser pêya. Heke hûn dixwazin meaşên wê bên zemkirin, lembeyên li mala xwe pêxin û vemirînin.”