MYK’a DEM Partiyê civiya

img
ENQERE - MYK’a DEM Partiyê ji bo nîqaşkirina gelek rojevên cuda civiya. 
 
Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiyê civiya. 
 
Hat zanîn ku dê MYK têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û domandina têkoşîna li dijî qeyûm a li Kurdistan û Tirkiyeyê plansaziyekê derxîne. Her wiha dê “Meşa mezin” a ku tê plankirin ji Wanê heta Colemêrgê bidome jî were nirxandin. 
 
Li gel vê, MYK dê nexşerêya mitînga ku hêzên Aştî, Ked û Demokrasiyê li Stenbolê li dar bixin jî diyar bike. 
 
Di heman demê de MYK dê ji bo piştevaniya bi malbatên di şewata li Amed û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dayîn û jinûvezindîkirina xwezayê jî xebatên xwe diyar bike.