'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'

img

ENQERE - Komîsyona Koçber û Penaberan a DEM Partiyê îşaret bi wê yekê kir ku li Tirkiyeyê li ser penaberan baziriyên avneteweyî tên kirin û diyar kir ku divê li ser mafên koçber û penaberan bazarî neyê kirin. 

 
Komîsyona Koçber û Penaberan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyeke ivîskî belav kir. Daxuyanî bi sernavê "Demildest dawî li polîtîkayên dibin sedema panebertiyê û dibin sedema veberhênaniya şer berdin" hat belavkirin. Di daxuyaniyê de îşaret bi mudaxileyên leşkerî yî yên li Rûsya-Ûkrayna,Îsraîl-Filistîn û herêmên kurdan ên li SÛriye û Iraqê hat kirin û wiha hat gotin: "Heya niha ji Lîbyayê heya Ûlraynayê li ku derê şerek çêbûbe, Tirkiye ji bo wî şerî veberhênanî kiriye û hewl daye sûdê ji wan bigire. Bi vê re tevkarî bi çeteyên wekî DAIŞ'ê re kiriye û bûye sedema kûrbûna bêîstikrariyê û tengkirina qadên jiyanê. Bi hinceta pêvajoya 'Jinûveavakirinê' ya Afxanistanê tevkarî bi Talîbanê re kir û bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re didomîne. Desthilata AKP'ê, xwe daixlî nava hemû pevçûnan dike û di her meseleyê de dubendiyê çêdike û heya ji destê wê tê bêîstikrariya li herêmê kûr dike." 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şer dibin sedema koçberiyê û bi vê koçberiyê re zemîna dijminatiya li hemberî biyaniyan tê amadekirin û penaber li cihên ku koçî wê dikin rastî muameleyên xirab tên. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku penaber bi xetereya paşvegerandinê re rû bi rû dimînin û wiha hat gotin: "Navendên Paşveşandinê ku xwegihandina tenduristiyê li wan tê astengkirin, hema beje bûne warên îşkenceyê û muameleya xirab. Peymana Qebûlkirina Paşveşandinê ku bi Yekîtiya Ewropayê re hatiye çêkirin û hê jî didome, sûc e. Mayê qebûlkirin ku mafên piranî jê siyasetmedarên kurd ku ji ber darizandineke bêhiqûqî ji Tirkiyeyê sirgûn bûne û bi giştî koçber û penaberan û jiyana wan, têkevin ber bazariyeke navneteweyî." 
 
Di daxuyaniyê de li ser polîtîkayên dijminatiyê yên partiyên rastgir ên Yekîtiya Ewropayê ên der barê mafên jin, LGBTÎ+, kedkar, koçber û penaberan de jî hat sekinandin û ev tişt hatin daxwazkirin:
 
"*Divê Tirkiye dawî li şerha erdnîgarî ya ku daxilî nava Peymana Cenevreyê kiriye bûne û demildest mafê îltîcayê esas bê girtin. 
 
* Divê Navendên Paşveşandinê bên girtin û Wezareta Koçberî û Penaberiyê bê avakirin ku hemû pêvajoyên penaber û koçberan bi awayekî zelal bên meşandin û mafên wan bên mîsogerkirin. 
 
* Tirkiye, demildest divê dawî li helwdanên xwe yên dagirkeriyê yên li Rojavayê û Kurdistana Iraqê bûne û têkiliya xwe ya bi çeteyên bermayiyên DAIŞ'ê re bibire ku şerê li Rojhilata Navînê kûr dike. 
 
* Divê Tirkiye piştevaniya gelê Filistînê bike û ambargoyê deyne ser Îsraîlê. 
 
*Yekîtiya Ewropayê jî divê dest ji siyaseta xwe ya ku penaberan ji Ewropayê dûr dixe berde û dawî li têkiliyên xwe yên fîdyeyê yên bi Tirkiyeyê bîne. 
 
* Li Tirkiyeyê divê dawî li asîmlasyona di bin navê entegrasyonê de bê berdan û mekanîzmayên pişetvaniya civakî bên avakirin. 
 
* Demildest divê Peymana Stenbolê ya li dijî tundiya dewletê mafên jinên penaber û LGBTÎ+'yan diparêze esas bê girtin û qanûna 6284'an bi awayekî çalak bê pêkanîn. 
 
* Divê dawî li pergala kedxwariyê ya keda penaber û koçberan dixwe bê anîn û pêşî li ber sendîkavaniya şert  mercên karî yên ewle diparêze bê vekirin û teqez divê pêşî li ber karkeriya zarokan bê girtin."