Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in

ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di nav de gelek parlamenter li dijî darbeya qeyûm çûn Wezareta Karên Hundir û hevdîtinan pêk tînin.  

 
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî têkildarî tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, li pêşiya Meclisê daxuyaniyê ddan. Gelek parlamenterên DEM Partiyê jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Qeyûm darbe ye” û “Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin hûn xesp biki” hatin hilgirtin. 
 
KOÇYÎGÎT: HEKE EM BIBIN YEK DIKARIN BI SER KEVIN 
 
Koçyîgît, got ku xetereya darbeya hatiye kirin li tevahiya welêt belav bibe heye û ev tişt anî ziman: “Me têkildarî rejîma qeyûm gelek gotin kirin. Di 31’ê Adarê de hilbijartin hatin kirin û mohra xwe li serdema nû dan. Xuyaye ku îktîdarê tu peyamên hilbijartinê fêm nekiriye. Lewma dîsa li dijî vîna gel êriş dan destpêkirin. Watedar e ku ev hewldana êrişê li Colemêrgê dan destpêkirin. Ji ber ku tekane rêya ev rejîm pê bikare li ser pêyan bigire, êrişên li dijî kurdan e. Lê em baş dizanin ku ev darbeya li Colemêrgê hatiye destpêkirin dê li tevahiya welat belav bibe. Divê her çar aliyên Tirkiyeyê li dijî vê darbeyê bisekinin. Heke em bikarin bi hev re demokrasiyê biparêzin, em ê bikarin bi ser kevin. Tevahiya raya giştî dizane ku kompasa Wezareta Karên Hundir û sûcên tên îdiakirin di dosyayê tune ne” 
 
‘COLEMÊRG HATIYE DORPÊÇKIRIN’
 
Koçyîgît bal kişand ser hêza leşkerî ya li Colemêrgê hatiye sewqkirin û wiha pê de çû: “Garnîzon hatiye avakirin lê nekarîn vîna xelkê Colemêrgê bidizin. Dixwazin tişta ku nekarîn bi garnîzonê bi dest bixin niha xesp bikin. Pêşiya walîtiyê bi leşker û polîsên tevgera taybet tije kirin. Çima xelkê Colemêrgê nikare tiştên aydê xwe biparêze? Niha bajar bi postalên leşker û polîsan dorpêç kirine. Ji 7 salî heta 70’ê salî her kesî didin ber jopan û bombeyên gazê diavêjin. Em vê faşîzm û tundiyê qebûl nakin. Li vir Meclisê jî em rastî êrişa AKP’iyan hatin. Bifikirin ku 150 parlamenterên AKP’î xwestin 15 parlamenterên me lînç bikin. Ewqas ji demokrasî û mirovbûnê dûr ketine ku dovîzên me çirandin. Divê Wezareta Karên Hundir tavilê dawî li vê tundiya hêzên ewlekariyê bîne. 
 
DIXWAZIN HIQÛQEKE DUALÎ AVA BIKIN 
 
Hewl didin li Tirkiyeyê hiqûqeke dualî ava bikin. Li dijî kurdan hiqûqeke cuda li Tirkiyeyê jî hiqûqeke cuda heye. Dema şaredarê Kepezê ji peywirê girtin, meclisa şaredariyê şaredarê nû hilbijart. Çima heman tişt li Colemêrgê nayê kirin? Erdogan duh dibêje ‘bi hiqûqê hatiye kirin.’ Tu qala kîjan hiqûqê dikî? Tu qala hiqûqa mafê bijartin û hilbijartinê tune dihesibîne dikî? Tu qala ya bi îradeya xelkê Colemêrgê cara sêyemîn xesp kirî dikî? Kîjan hiqûq? Divê ev derhiqûqtiye tavilê bi dawî bibe û hêzên ewlekariyê xwe ji kolanên Colemêrgê vekişînin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî parlamenter bi dirûşma “Qeyûm darbe ye, na ji darbeyan re” ber bi Wezareta Karên Hundir ve meşiyan. 
 
DEM Partiyiyên hatin pêşiya wezaretê, bi rayedarên wezaretê re hevdîtinan dikin.