Ozel: Qeyûm bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye

img

ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ê biryara qeyûm weke “Bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê” nirxand, wiha got: “Demokrasiya li gorî te û li gorî min nabe.”

 
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel di komcivîna partiya xwe ya heftane de têkildarî geşedanên di rojevê de nirxandin kirin. Ozel, bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş da û got: “Tayînkirina qeyûm bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye.”
 
Ozel bi bîr xist ku Mehmet Siddik Akiş ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji sedî 49 weke hevşaredar hate hilbijartin li hate binçavkirin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin û wiha got: “Duh serê sibê em hîn bûn ku hevşaredar hatiye binçavkirin û waliyê Colemêrgê weke qeyûm hatiye tayînkirin. Û îdianameya têkildar jî aydê lêpirsîneke ku di sala 2010’an hatiye destpêkirine. Dîroka hatiye qebûlkirin 2014 e. Dozeke 10 sal in berdewam dike û meseleyeke 14 salan e. Dozgerê îdianameyê ji FETO’yê fîrarî ye. Derfetê îspatkirina îdiayên di îdianameyê de nînin, gelek caran doz hatiye taloqkirin lê duh li hevşaredar lêpirsîneke nû hatiye vekirin û girêdayî vê hatiye binçavkirin. Sûcê wî çiye em nizanin, dibêjin ‘biryara veşartî’ heye. Sûcê wî hebe, delîlên nû hebin dikare were cezakirin lê ûsûl diyar e. 14 salan darizîne, bigire, dema bibe parlamenter kaxiza temîzê bide dema doz berdewam bike bi lêpirsîneke nû di rojekê de qeyûm tayîn bike. Tayînkirina qeyûm bêrêziya li dijî gelê Colemêrgê ye. Sûcê wî hebe, tê darizandin û şûna wî ji meclisa şaredariyê kesek weke wekîl tê hilbijartin. Ceza bigire şûna wî yek ji meclisa şaredariyê tê hilbijartin. Dibêjin ez ê bi KHK’ê girêdayî terorê bikim pişt re qeyûm tayîn bikim dû re ji nava wan nadim hilbijartin. Heke yek sûcdar be ev yek tenê wî eleqedar dike, weke ku hemû meclisa şaredariyê sûcdar be walî dibêje ‘ez ê tayîn bikim’. Ev ferasete yek ji sedema herî girîng a hezîmeta AKP’ê û Tifaqa Cûmhûr a di hilbijartinên 31’ê Adarê de hatin hilbijartin e. Demokrasiya li gorî te û li gorî min nabe.”
 
Ozel ê pişt re qala biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn kirin dû re bal kişand ser berpirsyarên hilweşîna di erdhejên navenda wan Mereşê de çêbûn.