DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin

img
ENQERE - Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê xwest girtîgehên tîpên Y, S û girtîgehên ewlehiya bilind ku wek “tîpa bîrê” tên pênasekirin werin girtin. 
 
Heberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan têkildarî girtina girtîgehên tîpên Y, S û girtîgehên ewlehiya bilind daxuyanî dan. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gorî daneyên Wezareta Dadê li Tirkiyeyê ji 2’yê gulana 2024’an ve 329 hezar û 151 girtî li girtîgehan in û modela van girtîgehên navborî xwedî taybetmendiyên ku girtiyan direzînin û tune dikin e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê 22 heb girtîgehên ewlehiyên bilind, 14 heb bi tîpa Y, 7 heb bi tîpa S’yê û bi giştî 43 heb girtîgehên ku wek “Tîpa Bîrê” tên pênasekirin hene. 
 
SAETEK Û NÎV TENÊ DERDIKEVIN HEWADARIYÊ 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Girtîgehên tîpên Y, S û ewlehiyên bilind ku di demên dawî de li Tirkiyeyê hatine çêkirin, îzolasyonê, tecrîdê û desteserkirina mafan zêde kirine. Girtiyên li van girtîgehan di hucreya yek kesî de anjî di hucreyên sê kesî de tên ragirtin. Her wiha li van girtîgehan beşên hewadariyê tune ne û ji bo girtî hev nebînin rojane bi saetên cuda tenê setek û nîv dikarin hev bibînin. 
 
CEMÎL KURT Û ALÎŞAN GUL DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE 
 
Ev girtîgeh di raya giştî de wek ‘Tîpa Bîrê’ tên zanîn. Cemîl Kurt û Alîşan Gul ên li Girtîgeha Jimara 1’an a Dumlu ya Erziromê tên ragirtin, bi daxwaziya bila ev girtîgeh bên girtinê û sewqî girtîgehên nêzî malbatên xwe bên kirin ji 11’ê adarêve di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Bolûyê jî Nurettîn Kaya yê ku daxwaza sewqa wî hatiye qebûlkirin jî ji bo hevalên xwe di rojiya mirinê de ye û bû 223 roj in çalakiya wî didome. Nurettîn Kaya gelek zeîf bûye û daketiya 40 kîloyan û di devê wî de birîn der bûne, dest û lingên wî werimîne, êşên pir zêde ne. 
 
DAWÎ LI PERGALA TECRÎDÊ BÎNIN 
 
Bi mehane rayedar daxwaza girtiyan ji nedîtî ve tê û tu gavan navêjin û israrkirina di sirgûnên kêfî û bêhiqûqî de jî dewam dike. 
 
Em gazî Wezareta Dadê dikin ku daxwazên Cemîl Kurt û Alîşan Gul ku dixwazin sewqî girtîgehên nêzî malbatên xwe bên kirin, demildest qebûl bike. Em dîsa gazî Wezareta Dadê dikin ku demildest girtîgehên tîpên Y, S û ewlehiyên bilind bigire û dawî li pergala tecrîda li girtîgehan bîne.”