DEM Partî dixwaze li Hîlwanê bi fereqeke mezin bi ser bikeve

RIHA  - DEM Partiyê di hilbijartina xwecihî ya Hîlwanê de ku wê sibe bê nûkirin, dixwaze bi ferqeke mezin bi ser bikeve. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî got: "Ferqeke bi 5 hezarî di destê me de ye." 
 
Li Hîlwanê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ferqeke 521 dengan bi ser ketibû, lê piştî AKP'iyan pusulayên dengan ên 2 sindoqan şewitandibûn, biryara nûkirina hilbijartinê hatibû dayîn. Welatî wê sibê careke din biçin ser sindoqan. Li navçeya 27 hezar û 686 hilbijêr hene û DEM Partî hewl dide rayên xwe zêde bike. 
 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî yê Berpirsê Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, bibîr xist ku AKP ji roja hatiye avakirin heya niha cara ewil e di hilbijartinekê de dibe partiya duyem û got ku lewma hilbijartina 31'ê Adarê di warê dîroka Tirkiyeyê de hilbijartineke girîng e. Tiryakî anî ziman ku muxalefet di hilbijartina giştî ya 14'ê Gulanê de bi ser neketiye lê di 31'ê Adarê de bi ser ketiye û got: "Ji bo me jî; tevî veguhastina leşker û polîsan û hemû zext û zoriyan jî hilbijartineke girîng bû. 3 jê bajarên mezin 7 bajar û bi giştî 78 şaredarî ketin destê me. Me hin şaredariyan jî bi lihevkirina bajêr bi dest xist."
 
'AKP'Ê DERS NEGIRTIYE'
 
Tiryakî ku got "Ji ber hewldanên hilbijartinê yên bi dek û dolan ên AKP'ê û şirîkên wê, berê jî hilbijartin hatibûn betalkirin" bilêv kir ku hilbijartina li navçeya Pinarbaşi ya Kayseriyê, bajaroka Perî ya Dêrsimê û navçeya Hîlwana Rihayê ji ber dek û dolabên AKP û şirîkên wê hatine betalkirin. Tiryakî got: "Desthilat ji bo bi rêyên derqanûnî di hilbijartinê de bi ser bikeve serî li her rêyê dide. Em dibînin ku AKP tu ders negirtiye. Di 2019'an de vê yekê li Stenbolê ceribandin û ferq bû 16 hezar û 800 ray. Wê gel li Hîlwanê jî bersivê bide hîleyên hatine kirin. Em bi 521 dengan bi ser ketibûn, ez dikarim bêjim vê carê wê ferq zêdetir bibe. Heya niha me kampanyayeke hilbijartinê ya aram bi rê ve biriye. Li vir jî rewş aram e. Em hêvîdar in ku ev aramî wê di 2'yê Hezîranê de jî bidome." 
 
Tiryakî destnîşan kir ku êdî hilbijartin ne pêşbaziyeke di navbera partiyan de ye û got ku her raya bê avaêtin wê tercîha di navbera demokrasîxwaz û kesên li dijî demokrasiyê bide der. Tiryakî bilêv kir ku her raya ji partiya wan re biçe wê ji bo demokrasiya Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê be û xwest ku kesên diçin ser sindoqan jî bi vî awayî tevbigerin. 
 
Tiryakê xwest parastvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl wekî çavdêr li wir bin û got ku divê raya demokratîk jî hilbijartinê ji nêz ve bişopîne. 
 
MA / Emrûllah Acar