Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin

img
RIHA - DEM Partiyê li Curnê Reş a dê hilbijartin lê bên nûkirin serdana ciwanan û kedkaran kir û pirsgirêkên wan guhdar kirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku dê hilbijartinên herêmî lê bên nûkirin lez da xebatên xwe. Partiyiyên ku Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û parlamenter Omer Ocalan, Oznûr Bartin û Dîlan Kûnt Ayan di nav de ewilî serdana ciwanên li Pirtûkxaneya Hîlwanê guhdar kirin. 
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Curnê Reş Serhan Paydaş ê di serdanê de axivî, wiha got: “Diviyabû sozên rê û binesaziyê zû de me li pişt xwe hiştibûna. Diviya bû di serdema fezayê de me qala van tiştan nekiribûya. Lê rejîma zextker 40 sal in ji pêşketina Hîlwanê re bû asteng. Me di 31’ê Adarê de ev şikand. Em ê bi piştgiriya ciwanan, jiyaneke birûmet ava bikin. Em daxwazên ciwanan dizanin û ji bo ku em bi hev re çareser bikin em tên. Dema em hatin em ê navendên etutan vekin.”
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin jî wiha got: “Ciwan ji gelek derfetan mehrûm hatine hiştin. Hîlwan bi awayekî zanebûn bi paş ve hatiye hiştin. Hatiye xwestin ku jinan bitepisînin. Em li dijî vê amade ne ku bi paradîgmaya azadîxwaz û demokratîk şaredariyê bi rê ve bibin. Me di 31’ê Adarê de bi dest xist, em ê di 2’yê hezîranê de jî bi piştgiriya we dîsa bi dest bixin.”
 
VEXWENDIN HEVDÎTINA BI GEL RE 
 
Partiyiyan, pişt re serdana kedkarên ku palehiya nîskê dikirin, kirin. Partiyiyan pirsgirêkên ku kedkar dijîn guhdar kirin û daxwazên kedkaran nivîsandin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî li navenda navçeyê derî bi derî geriyan û daxwaza piştgiriyê kirin. Ciwanan armancên DEM Partiyê yên ji bo bajêr vegotin. Ciwanan welatî vexwendin hevdîtina bi gel re ku dê di 30’ê gulanê de pêk were û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan tev li bibe.