'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'

img
STENBOL - Feminîst Hulya Osmanagaoglûyê anî ziman ku cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatine birîn, peyamek e ji bo civakê û got: "Kurd û sosyaslît wê bi têkoşîneke bi hev re bi ser bikevin." Tulay Korkûtanê jî got: "Me bi hev re Kobanê parast û em hê diparêzin. Ger sûc be, me hemûyan ev sûc kiriye." 
 
Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş jî di nav de 108 tê de hatin darizandin, duh biryar hat dayîn. Di dozê de ku 18 jê girtî 108 kes tê de dihatin darizandin, bi sedan sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran hat birin. Bertekên li dijî biryara cezakirinê didomin. 
 
Jinên feminîst bilêv kirin ku bi van cezayan armanc krîmînalîzekirina têkoşîna rizgariyê ya jinan e. 
 
Feminîsta serbixwe Hulya Osmanagaoglûyê bal kişand ser siyasetmedarên di dozê de hatine darizandin û cezakirin û got: "Di çarçoveya dozê de cezayên giran li hevalên me birîn. Gava em li dosyeyên hevalên xwe yên wekî Sebahat û Gultanê mêze dikin, em dibînin ku bi piranî çalakiyên jinan, civînên jinan û daxuyaniyên çapemeniyê ne. A rast me di vê dozê de dît ku têkoşîna rizgariyê ya jinan hatiye krîmînalîzekirin." 
 
'PEYAMÊ DIDIN SOSYALÎSTAN'
 
Osmanagaoglûyê bal kişand ser cezayên li kesên sosyalîst hatine birîn û got: "Desthilat ji sosyalîstên enternasyonalîst re dibêje, 'Ger hûn ligel tevgera kurd bin, hûn ê cezayên giran bixwin.' Êvara ku cezayên di Doza Kobanê de hatin eşkerekirin, generalên 28'ê Sibatê bi efûya Tayyîp Erdogan hatin berdan. Ev jî nîşan dide ku dewlet ber bi avakirineke bi tifaqeke din ve diçe. Rejîm ji nû ve tê avakirin û klîkên serdest hemû daxilî nava pêvajoyê tên kirin." 
 
Osmanagaoglûyê got: "Kurd û sosyaslît wê bi têkoşîneke bi hev re bi ser bikevin."
 
'RÛREŞIYA DÎROKA SIYASÎ YA TIRKIYEYÊ'
 
Endama Komeleya Piştevaniyê ya Jinan a Kirkyamayê Tulay Korkûtanê bal kişand ser tawanbarkirina siyasetmedarên jin. 
 
Korkûtanê bibîr xist ku çalakiyên 25'ê Mijdarê Rêja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Dijî Jinan û 8'ê Adarê wekî sûc hatine hesibandin û got: "Gava doz bi dawî bû, em rastî dîmena herî rûreş a dîroka siyasî ya Tirkiyeyê hatine. 20-30 sal ceza li hevalên me birîn. Hin hevalên me hatin berdan, lê em dîsa jî xemgîn in. A rast bi vê cezakirinê xwestin ên li derve çavtirsandî bikin."
 
Korkûtanê ku got "Bi vê biryarê re derket holê ku pêdiviya me bi têkoşîn, piştevanî û rêxistinbûyîneke mezintir heye" û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Me bi hev re Kobanê parast û em hê diparêzin. Ger sûc be, me hemûyan ev sûc kiriye."