STENBOL - Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku bi encamên hilbijartinên herêmî re Tirkiye ketiye serdemeke nû ya diyalogê û derfetên siyaseta demokratîk û azadîxwaz berfireh bûne. Kurkçu got: "Berpirsiyariya me ew e ku em herî dereng heta sala 2028'an serdema AKP'ê bi dawî bikin."
Li Tirkiye û Kurdistanê bi milyonan hilbijêr di 31'ê Adarê de ji bo ku rêveberên herêmî yên hilbijêrin, çûn ser sindoqan. Partiya Wekhevî Gelan û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tevî binpêkirinan û veguhastina bi hezaran leşker û polîsan jî 3 jê bajarên mezin, 7 jê bajêr, 58 jê navçe û 10 jê bajarok, 78 şaredarî bi det xistin. Her wiha ji bo navçeya Curnê Reş a Rihayê ku DEM Partiyê ew bi dest xist, biryara nûkirina hilbijartinê hat dayîn û li Bedlîsê jî piştî îtirazê hejmartina dengan didome.
Ji aliyê din ve Partiya Komarê ya Gel (CHP) piştî hilbijartinên giştî yên sala 1977'an, bi piştgiriya dengderên kurd cara ewil di hilbijartinekê de wekî partiya yekemîn ji sindoqan derket.
Di hilbijartinê de ya herî zêde derb xwar desthilata AKP’ê bû. Partiya ku dixwest Stenbol û Enqereyê ji nû ve bi dest bixe, hin şaredariyên bajarê mezin û şaredariyên bajaran û navçeyan ên berê di dest wê de jî winda kir.
Bi derketina van encamên hilbijartinê re mijara ku herî zêde tê gengeşekirin jî kemîna siyasî" ya li hemberî Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat danîn. Mafên memnû yên Zeydan ku berê ji aliyê dadgehê ve hatibûn îadekirin, beriya hilbijartinê bi du rojan mazbataya wî dan namzetê AKP'ê yê di hilbijartinê de bi ser nekete. Lê belê di encama berxwedana gelê Wanê de, YSK'ê mazbata da Zeydan.
Lê belê ev rewş di heman demê de ji bo siyaseta heyama nû ya desthilata AKP'ê jî hin sermeseleyan dide der.
Serokê Rûmetê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ertûgrûl Kurkçu, encamên hilbijartinên herêmî û bandorên wê yên li qada siyasî ya serdema bê de ji MA'yê nirxandin.
‘ENCAMÊN HILBIJARTINÊ ATMOSFEREKE NÛ AFIRAND'
Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku encamên hilbijartinê hem ji bo gelê kurd jhem jî ji bo gelên Tirkiyeyê di çarçoveya demokrasî û mafên civakî de atmosfereke nû afirandiye.
Kurkçu diyar kir ku encamên hilbijartinê di keleha AKP-MHP-Ergenekonê de derzeke mezin çêkiriye û got: “Ji niha û pê ve rejîma AKP’ê ji hilbijartinên herêmî yên 2019’an wêdetir, li ser lingekî maye. Yanî ji bilî dewletê tu tiştekî xwe bisipêrê tune ye, pêwendiya wê ya bi gel re hatiye qutkirin."
Kurkçu destnîşan kir ku ev dîmen geşedaneke gelek girîng e û got: “Ji bo pêşketineke mezin derfeteke gelekî guncan afirandiye ku encamên wê yên siyasî wê di dema pêş de bên berhevkirin û lihevkirineke nû derkeve holê. Wê zemînek çêkir ku hemû baskên muxalefetê karibin li hev binêrin."
‘LI KURDISTANÊ ENDEZYARIYEKE HILBIJARTINÊ YA HOVANE PÊK HAT'
Kurkçu da zanîn ku berevajî daxuyaniyên Serokkomar Erdogan, hilbijartin li ser zemîneke dûrî demokrasiyê hatiye kirin û got ku ev rewş bi taybetî li bajarên Kurdistanê derketiye holê. Kurkçu got: “Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê, bi taybetî beriya van hilbijartinên herêmî heyetek ji 26 kesan pêkhatî şand Tirkiyeyê. Vê heyetê çend roj berê encamname eşkere kiribû û gotibû ku 'mirov dikare bêje ku hilbijartinên herêmî bi awayekî qismî li ser zemîneke demokratîk hatine kirin.' Yanî di ser 10 san re an cax karibe 5 pûaan bistîne. A rast binpêkirineke herî biçûk jî diviyabû gelek pûan jê bibirana. Dema em li Kurdistanê dinêrin, wisa diyar dibe ku endezyariyeke hovane ya hilbijartinê pêk hatiye. Ji ragihandina namzediyê bigire heta pêvajoya propagandayê, ji amadekirina qeydên hilbijartinê bigire heta dengdan, hejmartina dengan, gihandina encamên hilbijartinê ya ji bo bajar û navçeyan û YSK'ê di her warî de hîlekarî, qirêjî, zilm û heqaret hebû. Ji ber vê yekê ez dibêjim serkeftineke mezin."
‘DEM PARTIYÊ SERKEFTINEKE MEZIN BI DEST XIST'
Kurkçu da zanîn ku tevî hemû hewldanên desthilatê yên ji bo guhertina encamên hilbijartinê jî, DEM Partiyê bi taybet li bajarên Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest xistiye û got ku serkeftina li Kurdistanê çavkaniya serkeftina giştî ya DEM Partiyê ye.
Kurkçu da zanîn ku li hemberî serkeftina DEM Partî û CHP'ê ya di hilbijartinan de, desthilatê jî encameke neserkeftî bi dest xistiye û got ku ev têkçûyîn rasterast bi berdewamiya dijminatiya li hemberî kurdan û polîtîkayên şer ve girêdayî ye.
DAXWAZA ‘AZADÎ JI BO OCALAN' XWE DI SINDOQAN DE DA DER
Kurkçu diyar kir ku gelê kurd daxwaza xwe di sindoqan de nîşan daye û got: “Gelê kurd li hêviya îadekirina azadiya Ocalan e ku wî wekî nîşaneya herî girîng a aştiyê dibîne. Ev reaksiyoneke pir bitendurist e. Ji ber ku her kes vê yekê dizane; dema ku Ocalan karibe biaxive, bi gelemperî aramî û muzakere heye. Dema ku Ocalan nikaribe biaxive, wê demê şer heye. Lewma ev daxwaz di warê rêvekirina li ber atmosfera aştî û muzakereyê di cî de ye. Ocalan hem beriya radestkirina Tirkiyeyê hem jî piştî ketina girtîgehê wekî navenda herî girîng a ramanê ya li ser pêşeroja gelê kurd bû xebitî. Di warê çareseriyê de çi hebe hemû ji aliyê Ocalan ve hat formulekirin. Ji ber vê yekê ji bo siberoja Tirkiyeyê pir girîng e ku Ocalan bi nêrînên xwe bibe hevparê pêvajoya veguhertina demokratîk û çareseriya aştiyane. Bê guman ev yek ji wan xalên sereke bû ku xelkê Kurdistanê di dema nirxandina hilbijartinan de li ber çavan girt. Di vî warî de hem Tevgera Azadiya Kurd û hem jî DEM Partî ya ku ji bo rizgariya demokratîk a gelê kurd têdikoşe, xwedî erk in ku vê mijarê li gorî serdema nû bisêwirînin. Ji ber ku em li Tirkiyeyeke ji serdema berê cudatir in. Li gorî min, divê her tişt were lêkolînkirin. Lê ev yek naguhere: Divê êdî Ocalan wekî girtiyekî hemû mafên xwe bi dest bixe. Ya duyemîn jî divê êdî ne girtî be."
TIRKIYE BER BI SERDEMEKE NÛ YA DIYALOGÊ VE DIÇE
Kurkçu diyar kir ku encamên hilbijartinê dibe ku siberojê di siyasetê de bibe cihê gelek guherîninan û wiha got: “Tirkiye niha dikeve serdemeke nû ya diyalogê. Ez dikarim bibêjim ku ev avhewa guncan e. Di dîmenê de ku derket holê, qada siyaseta demokratîk û azadîxwaz berfireh bûye, derfetên wê zêde bûne, momentûma wê zêde bûye, girseya li pişt wê zêde dibe û rengîntir dibe. Ev ji bo siyaseta azadîxwaz dewlemendiyeke mezin e.
Lê ez wisa difikirim ku rejîma Erdogan wê di 4 salên li pêşiya me de ji bo pêşîgirtina derfeta azadiyê tevbigere û wê dest ji nêzîkatiya xwe ya çewisîner bernede û darazê dîsa wekî amûrekê bi kar bîne."
‘DIVÊ EM DI 2028'AN DE DAWÎ LI SERDEMA AKP'Ê BÎNIN'
Kurkçu wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berpirsiyariya me ew e ku em şert û mercên wisa bi rê ve bibin ku Erdogan neçar bibe bikeve hilbijartineke mezin ku têk biçe û divê herî dereng em heta sala 2028’an dawî li serdema AKP’ê bînin. Pêwîst e em her tiştî bi vê rasyonalîteyê û bi vê hostatiyê bi kar bînin. Rejîm wê di fêhmkirina vê îşaretê de israr bike. Lewma karê me ne hêsan e, lê em niha bi hêztir in.”
MA/ Îbrahîm Irmak