ÊLIH - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk destnîşan kir ku bi polîtîkayên ketine dewrê re dewlet hewl dide bajar ji cewhera xwe dûr bixe û wiha got: "Em ê bersiva pêwîst di 31'ê Adarê de bidin kesên îradeya jinê nas nakin."
Êlih, bajarekî ku ji sala 1990’an û wir ve bi nasnameya şoreşgerî û sosyalîst derketiye pêş. Ji bo vê nasnameya bajêr ji holê bê rakirin, bi salan e gelek polîtîka ketin dewrê. Ji van polîtîkayan ya herî ku tê zanîn û hate jiyankirin, di sala 1990’an de kiryarên kuştinên nediyar e. Hîzbûlkontra bû aparata dewletê û di sala 1990’an de li Êlihê gelek siyasetmedar, ronakbîr û rojnameger qetil kir.
Di salên 1990’an de bi îskenceya girêka beraz gelek mirov hatin qetilkirin, gelek kesên bi sator û kezabê êriş dikin ji aliyê dewletê ve di rojên pêş de hatin parastin. Hejmareke kêm a dihat darizandin jî piştî îktîdara AKP'ê yek bi yek hatin berdan û xelatkirin.
Kesên behsa xeberê, di van salên dawî de ji aliyê îktîdarê ve derxistin ser dika siyasetê. Navnîşana wan jî, baskê siyasî yê Hîzbulkontrayê Partiya Hûr Dava ye. Wezîrê Karê Derve yê berê Suleyman Soylu, tifaqa bi HUDA-PAR'ê re di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de wiha îtîraf dikir: "Ev aqilê dewletê ye. Heke me HUDA PAR li aliyê din bihişta, ma dê me çi bikira." Bi van gotinên xwe jî eşkere dikir ku bi wan re tifaqeke stratejîk çêkirine.
NAMZETÊ HUDA PAR'Ê PARÊZERÊ HÎZBULKONTRAYÊ YE
HUDA PAR ku Soylu weke “aqilê dewletê” pênase dike, bi hatina hilbijartinên herêmî re dîsa derxistin ser dika siyasetê. Yek ji navendên ku derdixin pêş jî Êlih e ku yek ji cihên herî zêde cînayetên kiryarnediyar lê hatine kirin. Namzetê HUDA PAR'ê û parêzerê Hîzbulkontrayê ku hewl dide li ser axaftina bi kurmancî dengê gel bistîne, di heman demê de ji bo Doza Kobanê ku siyasetmedarên kurd tê de tên darizandin jî daxwaza "mudaxilbûnê" kiriye. Serkeftina namzetê HUDA PAR'ê mimkin xuya nake û tê texmînkirin ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi ferqeke mezin bi ser keve.
DEM PARTÎ BI SONUKÊ XWE JI BO HILBIJARTINÊ AMADE DIKE
DEM Partî li Êlihê bi Gulistan Sonuk re amadekariya hilbijartinê dike. Sedema ku DEM Partî li vê derê bi yek namzetê dikeve hilbijartinê jî ew bû ku saziyên li bajar hatin gel hev û ev biryar dan. Koordînasyona Saziyên Êlihê demek berê da xuyakirin ku di vê pêvajoyê de Mehdî Oztuzun ne namzetê wan e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Oztuzun li hemberî beyana “hevserokatiyê” ketiye nava tevgeran dijber û li bey berjewendiyên xwe yên şexsî ketiye.
Sonuk, bi sala ye di nava siyasetê de cih digire. Di hilbijartinên 2019’an de li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke hevşaredara Bekîrhanê hate hilbijartin û niha jî di rêya hevşaredartiya Êlihê de ye.
SONUK: EM Ê BERSIVA HERÎ MEZIN DI 31’Ê ADARÊ DE BIDIN
Sonuk têkildarî hilbijartin û armancên xwe bi ajansa me re axivî. Sonuk, diyar kir ku Êlih bi nasnameya xwe ya welatparêziyê tê nasîn û wiha got: “ Di sala 1979’an de Edîp Solmaz bi alîkariya gel ji bo şaredariyê hate hilbijartin. Ev ji bo Êlihê xwedî wateyeke pir mezin bû. Di 2016’an de qeyûmê ewilî tayini Êlihê kirin. Ruhê welatparêziyê li Êlihê şax da, îro ev ruh li vî bajarî dibe armanca êrişan. Ji ber vê qeyûm tayinî vî bajarî kirin. Gelê Êlihê jî vê pir baş dizane.”
Sonuk, destnîşan kir ku şerekî psîkolojîk li ser bajêr tê meşandin û wiha domand: "Taqtîka şerê xwe yê yekemîn li vir pêk anîn. Kesên biunîforma, ji bo vîna jinê bişkînin li vir ketin dewrê. Îpek Er (ji aliyê çawişekî pispor ve neçarî xwekuştinê hate kirin) yek ji wan e. Dixwazin vê polîtîkaya xwe di sîyasetê de jî bimeşînin. Dixwazin Êlihê ji cewhera xwe dûr bixin. Ji ber vê di her qadê de li ser vîna jinê êriş heye. Êrişeke bêexlaqî heye. Tevahî xebatên me wê bibe bersiva van hewldanan. Bersiva me ya herî mezin piştî hilbijartinên 31'ê Adarê ye. Em ê bi vîna jinê vî bajarî careke din bi rêk û pêk bikin. Kesên ku îradeya jinê nasnakin di hilbijartinên 31’ê Adarê de em ê bersiva mezin bidin wan.”
TEXRÎBATÊN QEYÛM
Sonuk, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir dema şaredarî bidest bixin, dê bi felsefeyeke eşkere bajêr birêve bibin û wiha pê de çû: "Em ê tevahiya xebatên xwe li ser ahenga paradîgmaya jinê ava bikin. Jin çawa li kar mêze dike, xizmetên şaredariyê çawa dibîne, çi difikire? Ji ber vê em ê di xebatên şaredariyê de felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ esas bigirin.”
Sonuk, bi bîr xist ku du serdem in qeyûm li ser şaredariyê tên tayînkirin û ev qeyûm bûne sedema gelek texrîbantan. Sonuk, wiha axivî: "Maketên ketina bajêr û derketina bajêr hatine çêkirin derveyî çanda bajêr e. Dixwazin çanda kurdbûnê ji bajêr jê bibin. Texrîbatên mezin li ser ziman û çandê kirine. Dixwazin kesek bi kurdî neaxivin, kesek bi çanda kurdî nejî û kesek behsa kurdbûnê neke… Hewl didin feraseteke wiha bidin avakirin."
Sonok, daxuyand ku qeyûm destkeftiyên jinê jî armanc girtiye û wiha pê de çû: "Tevahiya saziyên me yên jinan girtin. Tevahiya saziyên me yên pirsgirêka jinan çareser dikirin hatin girtin. Her wiha di qada ekolojiyê de jî texrîbateke mezin dane avakirin. Dixwazin li Çemê Êlihê OSB’ê çê bikin. Tevahiya ava vexwarinê ya Êlihê ji vî çemî tê. Heke OSB çêbibe dê tevahiya wan madeyên jehrî tevî avê bibin. Ev jî dê bi xwe re pirsgirêkên mezin bîne.”
‘EM Ê HESABÊ HER QURÎŞÎ JÊ BIPIRSIN'
Sonuk, bi bîr xist ku ji bo pêşeroja bajêr tevahiya projeyên xwe tevî rêxistinên civaka sivîl ên bajar amade kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çend roj berê me danasîna projeyên xwe kir. Gerek em werin ku pirsgirêka jinê çareser bikin. Em ê li gelek taxan krêşên ji bo pêşdebirina zimanê kurdî vekin. Li gelek taxên li Êlihê pirsgirêkên binesaziyê hene. Hinek baran dibare dibe pirsgirêka jiyînê. Li taxên ku pirsgirêka binesaziyê dijîn em ê tevî bigûherin. Em vê bi tena serê xwe nakin, li taxan civînan bikin û pêk bînin. Dema me şaredarî bi dest xist, em ê hesabê her qurîşekî ji wan bipirsin. Em dizanin texrîbateke mezin heye. Em ê hesabê îhaleyên nelirê jî bipirsin.”
Sonukê bang li hemwelatiyên bajêr jî kir û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Em li Partiya xwe xwedî derkevin. Em di 31'ê Adarê de bersivê bidin lîstikên li ser bajêr tên lîstin. Em li ku dibin bila bibin, em ê biçin ser sindoqan. Ez bawer im ku em ê biserkevin.”
MA / Fethî Balaman - Ozan Bayindir