AMED - Li Gel a ku tevî di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de HDP’ê bi ferqa 843 dengan şaredarî bi dest xist jî qeyûm hate tayînkirin, di 8 mehên dawî de hezar û 214 hilbijêrên ku ji leşker û polîsan pêk tên lê hatin veguhestin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Bahar Karakaş Ûlûg û Mehmet Zulkuf Polat peyam dan ku dê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin.
Ji bo Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de biryardar e, bidestxistina şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin xwedî girîngiyeke mezin e. Hilbijêrên partiyê yên tayînkirina qeyûman a şaredariyan weke “xespa vînê” dinirxînin, ji bo ku careke din bersiva xespkirina vîna xwe ya polîtîkayên qeyûman ên piştî hilbijartinên 2014 û 2019’an xistin meriyetê bidin dê biçin ser sindoqan.
Yek ji navçeyên ku du serdemin qeyûm tayînî vîna gel tê kirin jî navçeya Gêlê ya Amedê ye. Desthilatê li gelek bajarok, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê bi mijara hilbijêrên veguhestî dixwaze bandorê li vîna gel bike. Ev yek li Gêlê jî xistine dewrê.
Li navçeya ku HDP’ê di hilbijartinên 2019’an de bi ferqa 843 dengan bi dest xist, hezar û 214 hilbijêrên ji polîs û leşkeran pêk tê hatine veguhestin. Di hilbijartinên giştî yên sala par hatin kirin de hejmara hilbijêran a li Taxa Yenîşehîrê 878 kes bûn ev hejmar di nava 8 mehan de hezar û 214 bilind bû û derket 2 hezar û 88’an.
Rêveberên DEM Partiyê yên li ser vê zêdebûnê di encama lêkolînên hatin destpêkirin de “hilbijêrên xeyalî” yek bi yek tespît kirin, îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê hatibe kirin jî ev îtîraz bêencam ma.
Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Gelê Bahar Karakaş Ûlûg û Mehmet Zulkuf Polat hilbijartina ku nêzîk dibe û rewşa navçeyê ya bi qeyûm tê birêvebirin ji ajansa me re nirxandin.
* Mijara ‘hilbijêrên xeyalî’…
- Bahar Karakaş Ûlûg: Qeyda hilbijêran a leşker û çawişên pispor ku tayîna wan ji vir rabûye jî li vir hatiye kirin, dê roja hilbijartinê werin û li vir deng bidin. Dizanin ku êdî nikarin qeyûm tayîn bikin, bi vê rêbazê qeyûman tayîn dikin. Ev jî bi awayekî neqebûlkirina vîna gel e. Ji ber dizanin em ê qezenc bikin ev yek kirin. Gelê me jî di vê zanebûnê de ye, bertekên gelek cidî hene. Em bawer dikin ku tevî van hilbijêrên veguhestî jî em ê qezenc bikin.
- Mehmet Zulkuf Polat: Me mijar gelek berfireh lêkolîn kir. Me dît ku kesên temamê wan ji çawişên pispor pêk tên û li navçeyên Pîran, Erxenî, Şankûş, Çêrmûg, Xana Axpar, Peyas û Sûrê peywîrdar in bêyî agahiya wan hebe veguhestine Gêlê. Tevî ku hemû îtîrazên me kirine xwe dispêrin delîlên zelal jî ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve nehate qebûlkirin.
* Encamên şaredarvaniya qeyûm bûne çi?
Polat: Pratîka qeyûm a 8 salan a li Gêlê gelek zirar da. Bi taybetî neguhêzbarên aydê şaredariyê bi temamî hatin talankirin. Mînak mala şînê ya aydê şaredariyê hebû, dewrî Midûriyeta Muzeyê hate kirin. Tesîseke me ya spor û ciwanan hebû, ji neguhêzbariya şaredariyê derxistin û dan Miduriyeta Spor û Ciwanan. Ji aliyê qeyûm ve dora 10 milyonan pereyi avahiyek hate çêkirin û ew jî hate dewrkirin. Kurtasî hemû çavkaniyên şaredariyê hatine talankirin, 8 sal in tu razemenî nehatiye kirin. Di vê mijarê de bertekeke welatiyan a cidî heye.
- Ûlûg: Qeyûm bi taybetî ji bo xizmet neçe gundan tişta ji destê wî hat kir. Gund di rewşeke ne baş de ne. Weke ku dixebitin xuya dikin lê fîrmayên berpirsyar ji bo ku mesref kêm be li navendê xebatan dimeşînin. Lê divê ewilî ji gundan re xizmet bê kirin. Dijminatiya wan a li dijî gel herî zêde xwe li vir dide der. Êdî hilbijêrên AKP’ê jî şerm dikin û dibêjin ‘çima rêya me nîne?’. Ji ber ku qeyûmê ku AKP’ê tayînkiriye bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê xebatên hilbijartinê ji bo me erênî derbas dibe, ji ber ku rûyê AKP’ê yê rast dibînin. Dîtin ku bi tayînkirina qeyûman ji gel re xizmet nayê kirin.
‘DEMA EM SERKEFTIN DÊ KOLTUXEKE KU EM LI SER RÛNIN NEBE’
Dîsa me dîtin ku malzemeyên weke kompîtûr, mase, kursî yên şaredariyê birin Midûriyeta Ciwanan û Sporê. Ji ber ku dizanin dê biçin bi mantiqa ‘Em çi bikirin kar e’ tevdigerin. Dibe ku dema me şaredarî bi dest xist koltûxekî ku em li ser rûnin nebe lê di dilê me de rehetiya ku qadên Gêlê dê bibin yên me heye.
* Projeyên ji bo navçeyê çi ne?
Ûlûg: Heke em bên hilbijartin ez ê hefteyê du rojan li gundan yek bi yek bigerim û serdana jinan bikim, hewcehî bi çi hebe ez ê ji wan re bibim bersiv. Em ê bi jinên Gelê re ji bo her tiştî bi hev re biryarê bidin. Li gundan hêj cihên ku nanê tenûrê tê çêkirin hene, em ê beşên tenûran ava bikin. Divê em ji cotkaran re tovên ku bikarin bikarbînin peyda bikin. Mixabin li dijî gelê me polîtîkayên arastekirina hişbirê zêde bûne. Ji bo ku li dijî van têbikoşin em ê navendên ciwanan û ji bo tundiya li dijî jinan jî asteng bikin em ê navêndan ava bikin. Gundên me yên bi awayekî cidî pirsgirêkên veguhestinê dijîn hene. Li gundekî weke Saricekê mezin otobusa şaredariyê nîne. Em armanc dikin ku van hewcehiyan pêk bînin. Sozdayîna van jî rewşeke nexweş e, ji ber ku ev peywîra me ye.
- Polat: Bi taybetî li ser xwendekaran di mijara asîmîlekirina nirxên kurdan de xebat hene. Dema me şaredarî bi dest xist em ê hewl bidin van asteng bikin û ji bo gel ji çanda xwe dûr nekeve hemû derfetên ji destê me bên em ê bikarbînin. Li kîjan taxê çi hewce bike were kirin, em ê li wir civînan bikin, kîjan daxwazên wan hebin em ê wan pêk bînin. An ku em projeyekê çênakin û li gel ferz bikin. Dîsa ciwan dê projeyên xwe, xwe bi xwe diyar bikin. Em ê tenê tişta ew dixwazin pêk bînin.
* Hilbijêrên bitevger dê çawa bînin ser sindoqan?
Ûlûg: Em weke partî hewl didin xwe bigihînin hilbijêrên bitevger. Ji bo ku deng bikarbînin, em xwe digihînin wan, carna jî ew xwe digihînin me. Tevî ku em ji wan re derfetan pêşkeş dikin jî dibêjin ‘Na, em li vir 50 heval kom bûne, em ê bi derfetên xwe bên û dengê xwe bikarbînin.’ Hilbijêrên ku derveyî bajêr dijîn û bi taybetî gelek ciwanên di sektora înşaetê de dixebitin hene. Em li bendê ne ku bên Gêlê, biçin bajarên Kurdistanê yên dengê wan lê hene û di rêveberiyên herêmî de vîna xwe deynin holê.
- Polat: 16 hezar hilbijêrên me hebin herî kêm 4 hezar li derve ne. Helbet bernameke partiya me ya ku hilbijêrên bitevger veguhêze heye. Hevalên me yên kedkar ên li derve dixebitin hemû hevalên zana û welatparêz in, em ji wan re dibêjin ji bo veguhestinê em ê bibin alîkar lê ew bi xwe dibêjin ‘em ê bên û naxwazin ji we re bibin bar.’ Dîsa jî em xebatên xwe yên berfireh didomînin. Em dixwazin welatiyên me li dijî van hilbijêrên ‘heram’ dengên xwe yên ‘helal’ bînin û xwedî li vê têkoşînê û partiya me derkevin. Em ji xwe bawerin ku em ê qezenc bikin.
BAHAR KARAKAŞ ÛLÛG KÎ YE?
Bahar Karakaş Ûlûg di sala 1981’an de li navçeya Gêlê hate dine. Ûlûg a heta zanîngehê li Amedê dibistan xwendin, ji Beşa Bankavaniyê ya Zanîngeha Marmarayê mezûn bû û lisansa xwe ya bilind jî li Zanîngeha Enqereyê di qada Xebatên Jinan de kir. Di memûrtiya xwe ya 10 salan de Sekreteriya Jinan a Şaxa Amedê, Sekreteriya Jinan a Navenda Giştî û Sekreteriya Jinan a Şaxa Enqereyê ya Sendîkaya Xebatkarên Veguhestinê ya Yekbûyî (BTS) kiriye. Beriya 5 salan ji memûrtiyê îstîfa kir û tev li xebatên partiyê bû.
MEHMET ZULKUF POLAT KÎ YE?
Mehmet Zulkuf Polat ê li navçeya Gêlê ji dayik bûye, zewicî ye û du zarokên wî hene. Polat di sala 2007’an de ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bû. Peymanên Polat ên serdemekê li Şaredariya Gêlê, du serdeman jî di şaredariya Pîranê de bi awayekî demkî parêzerî kir, piştî qeyûmên hatin tayînkirin hatin fesixkirin.