Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin

img

ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê bertek nîşanî veguhestina hilbijêran dan û wiha gotin: "AKP derewan dike, diz e. Em ê rê nedin ku AKP careke din vîna me desteser bike." 

Li Tirkiyeyê û Kurdistanê ku mehek maye ji hilbijartinên xwecihî ku 31'ê Adarê bên li dar xistin re partiyên siyasî dest bi xebatên xwe kirin. Di serdemên hilbijartinên xwecihî yên beriya niha de AKP'ê bi veguhestina hilbijêrên mîna cerdevan, leşker û polîsan gelek dever bi hîleyan qezenc kirin. Yek ji bajarên ku di encama van deqûdolabên AKP'ê de hatiye bidestxistin jî bajarê Şirnexê ye. AKP niha jî li Şirnexê bi heman rêbazî armanc dike ku şaredariyê careke din xesp bike. Welatiyên ku tevli hevdîtina bi gel re ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bûne diyar kirin ku ew ê rê nedin dizan ku vîna wan desteser bikin. 
 
'EW LEŞKERAN JÎ, CERDEVANAN JÎ BÎNIN DÊ NEKARIN BISERBIKEVIN'
 
Ji welatiyan Abdurrahim Akman, bi lêv kir ku AKP çi bike bila bike ew ê vê carê nekarin şaredariya wan xesp bikin û wiha axivî: "Em ê di vê hilbijartina ku di 31'ê Adarê de tê li dar xistin de qeyûman bi temamî ji bajarên xwe derbixînin. Tişta ku îro ji me tê xwestin tifaqiya me ye. Heke ku em vê hilbijartinê bi serkeftî derbas bikin em ê pê re gelek deskeftiyan jî bînin. Em ê bi tifaqiya xwe tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan jî bi dawî bikin. Banga min ji gelê kurd re heye ku li hemû deran li dijî van dagirkeran tifaq bin û vê qirêjiya ku li ser me kurdan didin meşandin vala derbixînin. Bi vekişandina dengan a li Kurdistanê dixwazin ku careke din vîna me desteser bikin. Lê em ê îradeya xwe xwedî derbikevin. Ew leşkeran jî bînin, cerdevanan û polîsên xwe jî bînin dê nekarin ku vîna me desteser bikin dê vîna me serbikeve û serkeftin a gelê kurde." 
 
'AKP DEREWAN DIKE HEMÛ DIZ IN'
 
Ji jinan Kadriye Katar jî, anî ziman ku di van pênc salan de şaredariya AKP'ê ji xerabkirinê pêvetir tişteke din ji bajêr re nekiriye û wiha got: "Bila herkes dengê xwe bide xwe. Bila destê xwe danin ser wijdana xwe û wisa dengê xwe biavêjin. Ev 5 sal in li ser şaredariyê ne û her carê dibêjin, 'em ê wiha bikin' lê heta niha ji me re tiştek nekirine. Em îro biçin ku dera Şirnexê deh caran me di lêgerînê re derbas dikin. Tişta ku tenê wan ji me re kiriye ev e. Derek ji me Şirnexiyan re nehiştin ku em biçin lê seyranê. Ji ber wê bila herkes destê xwe dane ser wijdana xwe. Em dengê xwe didin xwe û em ji ya xwe naborin. Bila kesek guh nede derewên AKP'ê. AKP derewan dike û hemû diz in, hîleyan dikin." 
 
'ŞIRNEX YA ME YE Û DÊ YA ME BE'  
 
Welatiya bi navê Sultan Îrmez jî daxwaz kir ku gelê Şirnexê di vê hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derbikeve û ev tişt anî ziman: "Di her hilbijartinan de hîleyan dikin. Divê ku di vê hilbijartinê de gelê Şirnexê destê xwe dane ser wijdana xwe û dengê xwe bikar bînin. Di wê serdema din a hilbijartinê de divê ku rê nedin diziyê. Divê ku gelê Şirnexê xwedî li sindoqên xwe derbikeve. Şirnex ya me ye û dê ya me be."
 
'EM Ê ŞAREDARIYA XWE JI WAN RE NEHÊLIN'
 
Gule Erkoçyigit jî bertek nîşanî veguhestina dengan kir û got: "Bila gelê Şirnexê xwedî li dengên xwe derbikevin. Bila kesek pereyî vî gelî nexwe. Bi diziyan, pereyan her hilbijartinê de dengê me dizin. Polîsê xwe, leşkerê xwe li Şirnexê bi cih kirine da ku vîna gelê Şirnexê bisernekeve. Lê em ê dîsa bi serbikevin. Em ê şaredariya xwe ji wan re nehêlin." 
 
Welatiya ku nexwest navê xwe bide jî got: "Em dixwazin ku di vê hilbijartinê de biserbikevin û serokê xwe jî di zindanê der derbixin, azadî û aşitî çêbibe. Bi destûra xwedê dê partiya me DEM Partî vê carê şaredariyê qezenc bike. Şirnex ya me, bijî berxwedan. Em dixwazin ku dengê xwe bidin partiya xwe. Em naxwazin ku vîna xwe dîsa radestî AKP'ê bikin. Em hew tehemûlî AKP'e dikin. Em ne bindestiyê, zordestiyê em azadiyê dixwazin." 
 
Ji welatiyan Reşît Gûngen jî ev tişt got: "Em ê Şirnexê vê carê bistînin û divê ku em biserbikevin. Banga min ji gelê Şirnexê re ew e ku xwedî li dengê xwe derbikevin. Di vê pêvajoyê de tişta ku herî girîng tifaqiya me ye. Heke ku em bibin tifaq em ê rê jî nedin diziyan û hîleyan."