Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin

img
STENBOL - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku hedefa wan ew e ku bi ser kevin û wiha got: “Li Stenbolê dem dema jinan e. Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin.”
 
Hêj bandora hilbijartinên gulanê didomiya ku welêt kete pêvajoyeke nû ya hilbijartinê. Bi milyonan hilbijêr dê di 31’ê Adarê de ji bo rêveberiyên herêmî biçin ser sindoqan. Ji bo hilbijartinê ji du mehan kêmtir dem ma ye û nîqaşên li ser tifaqan jî heta astekî bi dawî bûn. Partiyan duh lîsteyên xwe radestî lijneyên hilbijartinê kirin. Yek ji bajarên herî zêde di rojevê de jî Stenbol e. Bi taybet jî gelek dihat mereqkirin bê ka dê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê namzetan nîşan bide yan na. 
 
DEM Partî, di çarçoveya “Lihevkirina Bajar” de tevgeriya û li gelemperiya bajarên Tirkiyeyê namzet derxist. Ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî weke namzet nîşan da. Ji namzetan Meral Daniş Beştaş têkildarî stratejiya li bajarên Tirkiyeyê, hedefên wan û hilbijartina Stenbolê ji ajansa me re axivî. 
 
Beştaş, bal kişand ser biryara nîşandana namzetan a li gelek bajarên Tirkiyeyê û armanca ji vê stratejiyê û wiha got: “Armanca me ya ewil a ji vê stratejiyê ew bû ku bi nasname, bername û siyaseta xwe bikevin vê hilbijartinê. Bêguman hedefa me ew e ku bi ser kevin. Mîna li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. Li welatên demokratîk siyaset karê hevrikiyê ye. Her partî bername, rêgezên xwe yên îdeolojîk û siyasî vedibêje û dixwaze ji gel piştgiriyê dixwaze. Li her devera Tirkiyeyê nêzikatiyeke me ya wiha heye û em ê têbikoşin. Jixwe hilbijartin yek ji rêbazên vegotina xwe û xwegihandina mirovan e. Em dibêjin dê bi ser kevin û bi vê baweriyê dikevin hilbijartinê. Em ne weke pêşbirka îktîdarê lê weke feraseta rêvebirinê dibînin.” 
 
LI ESENYURTÊ LIHEVKIRIN 
 
Bi domdarî Beştaş got ku li Mêrsîn û Esenyurtê di çarçoveya “Lihevkirina Bajar” de namzet hatine nîşandan. Beştaş ji bo lihevkirina li ser Esenyurtê ya bi CHP’ê re ev tişt anî ziman: “Yek ji navçeyên herî mezin a Stenbolê ye û gelek nîqaş li ser hatin kirin. Partiya me li vir bihêz e. Gelemperiya dînamîkên navçeyê dixwestin lihevkirinek çêbibe. Piştî hevdîtinên dirêj jî lihevkirinek çêbû. Ji ber ku dînamîkên navçeyê lihevkirin dixwestin, li ser vê bingehê em ê bikevin hilbijartinê. Bêguman ji bo namzetê hatiye nîşandan rexne hene lê piştgiriyeke zêde jî heye. Em li gorî polîtîka qezenc bike-qezenc bike tevdigerin. Di mijara lihevkirina bajar de em li ser esasê ku bajar qezenc bike tevdigerin. Em partiyeke demokratîk in û dê rexne jî hebin bêguman. Bi kurtasî li Esenyurtê em li gorî du tiştan tevgeriyan; yek lihevkirina bajar ya din jî li ser bingeha qezenckirinê bû.” 
 
‘EM TU ALIYAN NAGIRIN’ 
 
Beştaş, diyar kir ku di hilbijartinên Tirkiyeyê de Stenbol cihekî girîng e û wiha got: “Stenbol, tê wateya Tirkiyeyê. Ji Yozgatê heta Colemêrg û Şirnexê tu kes nîne ku xizmên wan li Stenbolê enbin. Lewma bi rastî jî mirov dibêje Stenbol Tirkiye ye. Li hêla din DEM Partî li Stenbolê pir xurt e. Beşeke mezin a hilbijêrên me li vir in. Bajarê herî zêde kurd lê dijîn Stenbol e. Her wiha em dixwazin nîşan bidin bê ka li Tirkiyeyê çiqas xwedî îdia ne. Ji me re her tim pirsa ‘hûn qezenc nakin, hûn ê bi kê bidin windakirin?’ hûn kîjan aliyî digirin?’ Em aliyê tu kesî nînin. Em di vê têkoşînê de hene. Hedefeke me ya em bi yekî bidin qezenckirin an jî bi yekî bidin windakirin nîne. Tekane rêyek li ber me heye ew jî serkeftin e.
 
‘EM NÊZIKATIYA MUXALEFT Û ÎKTÎDARÊ RED DIKIN’
 
Di berdewamê de Beştaş bal kişand ser nîqaşên têkildarî nîşandana namzetan a DEM Partiyê û ev nirxandin kir: “Hem îktîdar hem jî muxalefet vê mijarê nîqaş dike. Weke ku îradeya me tune be nêz dibin. Ev yek nîşan dide bê ka çiqasî nêzikatiyeke cihêkar li dijî partiya me raber dikin. Em vê red dikin. Em dibêjin ‘em hene.’ Her wiha hilbijêrên me pir dixwestin ku em namzet nîşan bidin. Ji me re digotin; ‘em dixwazin hebin û bi awayekî xurt têbikoşin.’” 
 
LI STENBOLÊ TEKANE NAMZETA JIN E
 
Bi domdarî Beştaş bal kişand ser pergala hevşaredariyê ya li Stenbolê û ev tişt anî ziman: “Li Stenbolê tevahiya namzetan zilam in. Weke jin tenê ez heme. Lê nîviya Stenbolê jî jin in. Mîna li Tirkiyeyê. Nêrîneke wan a jinan, ferasetake wan ê rêveberiyê ya jinan tune ye. CHP ji xwe re dibêje ‘em pir pêşverû ne û me mafê bijartin û hilbijartinê da jinan.’ Lê hêj nû di hilbijartina dawî de jin di CHP’ê de bûn serokwekîlên komê. Hêj jî hejmara wan 20 derbas nekiriye. AKP û MHP jî wisa ne. Em ê li Stenbolê hêza jinê derxînin holê. Em ê deng, reng û îradeya jinan derxînin holê. Îro serê sibehê ji min re peyamek hat ku keyfa min pê hat. Ji akademîsyenan peyam hat û gotibûn; ‘Ew kirêt in, em xweşik in.’ Belkî ev ziman di siyaseta me de nayê bikaranîn lê em di heman demê de ji bo têkbirina wî zimanê nêrza û bîrdoziya mêrê serdest tên. Em ê di vê hilbijartinê ferqa DEM’ê nîşan bidin.” 
 
‘TEKANE HEDEFA ME HEYE EW JÎ SERKEFTIN E’
 
Siyasetmedar Meral Daniş Beştaş daxuyand ku li pêşiya wan pêşbirkek heye û dê heta dawiyê jî têkoşîna xwe bidomînin. Beştaş, diyar kir ku ew ê feraseta şaredarvaniyê ya Îmamoglû, nêezikatiya li dijî kurdan, xizanan û civakên din rexne bikin û wiha pê de çû: “Anku tiştekî ku em Îmamoglû rexne nakin tune ye. Derdê me Îmamoglû yan jî Kurum nîne. Derdê me ev e; em di vê pêşbirkê de hene û dixwazin bi ser kevin. Tifaqa me bi tu kesî re nîne. Heke hebûya dê me bi eşkereyî bigota.” 
 
‘BI ŞAREDARVANIYA DEMOKRATÎK RE JIN BI XWE DÊ BIRÊVE BIBIN’ 
 
Beştaş, bi domdarî bal kişand ser projeyên wan ên ji bo kurdan, elewiyan û penaberan û wiha got: “Em mîna partiyên din nabêjin ‘me ev proje amade kirine, em ê vê pêşkeş bikin.’. Em bi muxataban re hevdîtinan dikin, bi pêkhate û aliyan re nîqaş dikin û projeyên xwe pêşkeş dikin. Em ê pêşdîtin, îdia û tiştên dixwazin bikin li gorî xeta xwe ya di danezana hilbijartinê ya partiyê de parve bikin. Weke mînak;  li Stenbolê xetereya erdhejê heye. Em ê bi TMMOB û plansazên bajar re, bi rêxistinên civaka sivîl û pisporên erdhejê re hevdîtinên berfireh bikin. her wiha li şûna veguherînên bajar, em ê veguherînên cihî bikin. Bêguman di destê me de pêşdîtin û amadekarî hene lê em ê bi aliyan re jî hevdîtinan bikin û piştre bi hev re biencam bikin. Em ê di rojên pêş de hevdîtinan temam bikin û encamên wê bi raya giştî re parve bikin. Armanca me ew e ku li Stenbolê şaredarvaniya demokratîk ku guh dide dengê gel ava bikin. Ne rêveberiyên ji pirsgirêkên jinan dûr, em ê şaredariyeke ku jin bi xwe birêve didin û pirsgirêkên xwe çareser dikin ava bikin. Em ê şaredarvaniya azadîxwaziya jinê, demokratîk û ekolojîk ava bikin. 
 
EM ŞAREDASRIYA PIRZIMANÎ DIPARÊZIN
 
Her wiha em şaredarvaniya pirziman diparêzin. Weke mînak; Îmamoglû ji bo kurdan li Stenbolê çi kir? Çi da? Ji bilî çendek îstîsnayan li Stenbola ku bi milyonan kurd lê dijîn çi gav avêtin? Çiqas bû bersiva pêdiviyên wan? Îmamoglû pesnê xwe bi vekirina kreşan dide. Erê baş e lê kurdên li Stenbolê dijîn ma dikarin li wan kreşan bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin? Naxêr. Şanoya bi kurdî hat qedexekirin û dayikeke bi tirkî nedizanî li balafirgehê nehat berdan. Baş e lê derheqê vê de yek gotinek kir? Naxêr. Li vir kurd dijîn û dê xizmetên şaredariyê teqez bi kurdî jî bin. Heke li vir ereb bijîn dê xizmetên şaredariyê bi erebî jî bin. Ev yek ji bo hemû ziman û baweriyan derbasdar e. Her wiha projeya ‘Kanal Stenbolê’ heye. Bêguman em ê di van mijaran de jî projeya xwe eşkere bikin. 
 
‘ELEQEYEKE GEL A ZÊDE HEYE’
 
Beştaş, destnîşan kir ku ew li Stenbolê bi enerjiyeke baş hatine pêşwazîkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em tevek hatin qadan û me xebateke mezin da destpêkirin. Lê tevî vê yekê jî bi kîlometreyan rê hatin û em pêşwazî kirin. Em bi vê yekê pir şad bûn. Eleqeyeke zêde heye. Me starta xwe wê rojê da. Em ê bêhtir bixebitin. 
 
Her wiha divê ez bersivekî bidim; Îsmaîl Saymaz nivîsandiye. Ji bo me dibêje; ‘Namzet ne ji Stenbolê ne.’ Ka em jî bipirsin bê ka ji wan kî stenbolî ye. Îmamoglû yan Kurum? Dema mijar dibe DEM ew pirs tê bîra we? Îsmaîl Saymaz bi qasî min Stenbolê nizane. 
 
DIRÛŞMA HILBIJARTINÊ
 
Em ji bo Stenbolê dirûşmên weke ‘DEM dê were , Stenbol dê biguhere’ difikirin. Em ê Stenbolê biguherînin. Ez dikarim bibêjim ku li Stenbolê dema jinê ye.” 
 
MA / Dîren Yurtsever