Hatîmogûllari li Mereşê ye: Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê

img
MEREŞ - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi boneya yekemîn salvegera erdhejê çû serdana Mereşê. Hatîmogûllari, di serdanê de wiha got: “Ev salek derbas bû lê hêj jî îktîdarê kevir nedaniye ser kevirî. Divê avahiyan bêpere bidin mexdûrên erdhejê. Kavilê herî mezin a vî welatî îktîdar bi xwe ye.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, parlamenter Îbrahîm Akin, Celal Firat, endamên Meclisa Partiyê (PM) û Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk ên bajar û navçeyên Mereşê bi boneya yekemîn salvegera erdhejên navenda wê Mereşê de îro li navenda Mereşê çûn serdana welatiyan û merasîma bîranên li dar xistin. Şande, ji ewil çû serdana Goristana Kapiçamê, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û qurnefîl danîn ser gorên wan. 
 
BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin di bîranînê de axivî û got ku windakirina ewqas mirovan û wêranî qeder nîne. Akin, wiha domand: “Em li dijî kesên dixwazin vê encamê weke qeder li me ferz bikin bihêrs in. Vê pergalê xelkê me qetil kir. Ev qeder nîne. Ji bo ev careke din dubare nebe, divê em têkoşîneke hevpar a pir xurtir bimeşînin.” 
 
‘ERDOGAN LI XWE MIKUR HAT KU CIHÊKARIYÊ DIKE’
 
Şande piştre jî derbasî gundê Çîgîlî yê navçeya Bazarcixê bû ku yek ji cihên herî zêde di erdhejê de windahî lê çêbûyîn bû. Şande bi gel re civiya. Mexdûrên erdhejê gilî û gazincên xwe kirin û mexdûriyeta xwe ji şandeyê re vegotin. Hatîmogûllari li vir axaftinek kir û ev tişt anî ziman: “Ji hêla wêranî û windakirina mirovan de di nava 500 salên dawî de yek ji erdhejên herî mezin bû. Mixabin îktîdarê di vê mijarê de berpirsyartiya xwe bicih ne anî. Li her derê polîtîkayên cihêkariyê meşand. Erdogan duh di axaftina xwe ya têkildarî Hatayê li xwe mikur hat ku bi eşkereyî cihêkariyê dikin. Weke keseka ji Hatayê ji roja ewil heta niha bûm şahidê vê cihêkariyê. Heman mexdûriyet elewiyên Mereşê jiyan. Heta dema alîkarî jî belav dikirin li gorî malbatan belav dikirin.” 
 
‘XELK BI BÊKARÎ Û XIZANIYÊ RE RÛ BI RÛ HIŞTIN’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Hatîmogûllari got ku di erdhejê de piştevaniya herî mezin ji hêla civakê ve hate kirin û ev tişt anî ziman: “Ev salek bi ser re derbas bû lê hêj jî xelk di konteynir û konan de dijî. Malên di bin navê malên gund de hatine çêkirin bi têrî tu kesî nakin. Hîmê pir kêm avahiyên komelî hatine avêtin. Bi qasî tê xwestin avahî radestî welatiyan nehatine kirin. Heke bi vî awayî biçe heta 15-20 salan dê xelk bêmal bimîne. Weke DEM Partiyê hem li parlamentoyê hem jî li kolanan me ev yek her tim vegot. Peywira ewil a dewletê ew e ku pirsgirêkên cihê mayînê, perwerde, tenduristî û hwd. ên welatiyan çareser bike. Lê nekirin. Divê avahî bên çêkirin û bêpere bên dayîn. Hem mal em jî kargehên gel hilweşiyan. Esnaf êdî esnaf nikarin bixebitin û febrîqeyên lê bixebitin jî neman e. Xelkê li vir bi bêkarî û xizaniyeke pir mezin re rû bi rû hatin hiştin.” 
 
'DIVÊ MAL BÊPERE BÊN DAYÎN’
 
Dema Hatîmogûllari diaxiviya, bi pileya 3.6’ê erdhej çêbû. Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Divê xizmeta cemaweriyê bi awayeke herî baş bê kirin. Divê avahiyan bêpere bidin welatiyan. Em ê tu caran erdhejê nedin jibîrkirin. Da ku êdî van êşan nejîn. Em ê bi rêya piştevaniyê rêya xwe bi hev re vekin.” 
 
Şande piştre jî çû serdana bîrdariya erdhejê ku xelkê Çîgîliyê daniye û qurnefîl danîn. 
 
'ALÎKARÎ BI VEŞARÎ TÊN BELAVKIRIN’
 
Şande, piştre jî çû serdana Cemxaneya Narliyê ku di konteynirê de xebatên xwe didomîne. Serokê Cemxaneyê Tahir Ortaş li vir pirsgirêkên mexdûrên erdhejê vegot. Ortaş, da zanîn ku welatî di şertên nebaş de dijîn û wiha domand: “Alîkariyên li depoyan bi veşarî tên belavkirin. Ji ber ku alîkariya cemxaneyê ranagirin. Li vir mizgeft hate çêkirin. Me xwest cemxaneyê temîr bikin lê nekirin. Piştî erdhejê ji ewil kurd bi hawara me hatin. Em ji bo wan minetdar in.” Hatîmogûllari jî di sihbeta xwe ya bi Ortaş re de girîngiya alîkariyên cemxaneyan anî ziman. 
 
Piştre jî şande li Rêxisitna DEM Partiyê ya Bazarcixê bi mexdûrên erdhejê re civiya. Hatîmogûllari li vir axivî û got ku îktîdarê li Mereşê kevir nedaniye ser kevirekî. Hatîmogûllari wiha got: “Ez tevahiya kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Gotibûn ku 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Lê wezîrê demê Mûrat Kurum li xwe mikur hat ku 130 hezarkesan jiyana xwe ji dest dane. Rastî jî ev bû. Me her demê ev rastî gotibû. Ya ku êşa me girantir kirî, helwesta îktîdarê bû. Bi hawara welatiyên elewî neçûn. Ew makîneyên kar ji bo xelaskirina me nehatin. Lê niha ji bo îhaleyên rûxandin û rakirina kavilan bi sedan makîneyên kar di rêzê de ne. Heke di 48 saetên ewil ên erdhejê de seferberî bihata ragihandin û kemçe bihatina, dê ewqas kes nemiribûna. Ez bi xwe şahidê vê êşê me. Em bi zanebûn û bi dilxwazî terkî mirinê hatin kirin. Li Qesrê mirina me temaşe kirin.”
 
‘EM Ê BI PIŞTEVANIYÊ BAJARÊN XWE AVA BIKIN’ 
 
Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bajarên herî nêz jî alîkarî neşandin. Alîkariya ewil a ji bo me hatî, ji hêla partiya me HDP’ê ve hate şandin. Şoreşger, sosyalîst û saziyên elewiyan şandin. Kavilê herî mezin ê vî welatî, ev îktîdar bi xwe ye. Ez vê zîhniyeta ku îhaleyên erdhejê pêşkeşî çeteya pêncan dike û niha dibêje dê bi 3 milyon, 5 milyon lîreyan van avahiyan bifiroşe mexdûrên erdhejê şermezar dikim. Em ê piştevaniyê mezin bikin û bajarên xwe bi xwe ava bikin.” 
 
Hatîmogûllari û şandeya pê re bernameya xwe ya li Mereşê bi dawî kirin û derbasî Hatayê bûn.