Tirkiye bû 'Komara Mûzê', lê nebû 'Komara demokratik'

img

ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, pergala li Tirkiye rexne kir û wiha got: "Li Tirkiye demokrasî bû "Komara Mûz"ê, Razemenî bû "Komara Betonê", Perwerde bû "Komara Kobay". Lê tu carî ev welat nebû "Komara demokratik".  

Serokwekîlê Koma HDP'ê ya Meclîsê Ahmet Yildirim, der barê geşedanên dawî de li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Yildirim, polîtîkayên AKP'ê yên derve rexne kir û wiha got: "Politîkayên Tirkiye yên derve armanc dike ku ser polîtîkayên xerab ên navxweşî veşêre. Niha fatoreya krîzê gel dide. Em polîtîkayên derve yên bi tavizan bi baldarî dişopînin. Şaşî tenê nabe para partiya îktîdarê. Dibe para gel. Gel fatoreya van şaşiyan dide. Heta niha fatureya krîza Almanya, Rûsya, Holanda ji pişta gel derxistin. Dê niha fatureya krîza DYA jî ji gel bistînin. "
 
'TU ELEQEYA MERTALÊN FIRATE Û IDBILÊ BI HEV TUNE 
 
Yildirim, destnîşan kir ku tu eleqeya operasyona Mertalên Giratê û ketina Idbilê bi hev tune ye û wiha got: "Civakê dixapînin. Biryara operasyona Idbilê li Astana hat girtin. Cihê ku leşkerên Rûsya û Şamê neketinê, leşkerên Tirkiye ji pejayê de dikevê. Piştî êrîşa Dîlokê di 24'ê Tebaxa 2016’an de bi lez sînor derbas kirin. Bingeha operasyona Mertalên Firatê 15 meh berê hatibû amadekirin. Moskova û Şam leşkerên Tirkiye wekî hêza xwe ya bejayî dixe nava şer. Ji ber Rusya dibêje 'Ez dê derve biparêzim dê hundir jî Tirkiye biparêze' 
Em dipirsin di Mertalên Fıratê de balafirek Tirkiye dikarîbû di Idlibê re derbasî Sûriye bibaya. Putin osteyê kişikê (satranç) ye. Lê rayedarên Tirkiye di lîstikên aqil de binkeftî ne. Em dipirsin dê di vir de çi bi dest bixin." 
 
DI SERDEMA ÇARESERIYÊ DE NIQAŞA BÊ VÎZE DIHAT KIRIN, LÊ NIHA BI VÎZE JÎ JÎ NE PÊKAN E
 
Yildirim, destinaş kir ku 3 sal berê di pêvajoya cereseriyê de niqaşên bê vîze derkevin welat dihat kirin, lê niha bi vîzeyan jî nikarin derkevin derve. Niha qedera 80 milyon mirovan bi destê kesekî de hatiye girêdan. Tirkiye ji kesekî û partiyekê gelek mezintir e. Lê kesek 80 milyon mirovên Tirkiye bi xwe ve girê dide. Qerfê xwe bi wan dike. Yê Tirkiye ji ve rewşê derxe tenê HDP ye. 
 
FERMANDÊ DIDE WALIYAN KU JI SÛC NETIRSIN
 
Yildirim helwesta Serokwezîr a ku ferman dide Waliyan jî rexne kir û wiha got: "Serokwezîr di civîna li Muglayê de ferman da waliyan û got "Ji şaşiyan netirsin. Bi vê daxuyaniyê Îşkenceyên li Şapatan, Talê, Xrabê Bava, Muglayê reva dikin. Fermanê dide waliyan û dibêje 'Ji şaşiyan netirsin'. Lê şaşiyên wan îhlala qanûn û hiqûqê ye. Ji vê saetê û şûnde hemû îhlalên pêk bên, wekî bi fermana Serokwezîr hatibe kirin dê hesibandin. Li Tirkiye demokrasî bû "Komara Mûz"ê, Razemenî bû "Komara Betonê", Perwerde bû "Komara Kobay". Lê tu carî ev welat nebû "Komara demokratik". " 
 
Yildirim erka mahrê ku dixe destê muftiyan jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Dibe ku sêşema pêş me ev mijar biçe rojeva Lijneya meclîsê. Di vê mijarê de helwesta me zelal e. Em vê erka bidin muftî rast nabînin. Em ji erka siyasî dipirsin dê mafê berdanê jî bidin muftiyan."