Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn

img
 
AMED - Bernamzeten DEM Parti yên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tûra duyemîn. 
 
Delegeyên DEM Partî yên Amedê, ji bo namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarên Mezin hilbijêrin çûn ser sindoqê. Lê ji ber ku bernamzetan ji sedî 50+1 deng derbas nekirin, hilbijartin ma tûra duyemîn. Du dura tuyemîn de dê bernamzet Dogan Hatun û Garip Kandemir têkevin pêşbirga namzetiyê. 
 
Ji bernamzetên jin Serra Bucak ji sedî 50+1 deng derbas kir. Lê ji ber îtirazê dê deng ji nûve bên jimartin. Dê sibê tûra duyemîn pêk bê. 
 
LI LICÊ DÊ JI NÛVE HILBIJARTIN PÊK BÊ
 
Li navçeya Licê ya Amedê pêşhilbijartin pêk hat. Lê ji ber herdu bernamzetên mêr wek hev deng girtin, dê hilbijartin ji nûve pêk bê. Ji bo bernamzet Burhan Erol û Firat Demir dê sibê pêşhilbijartin ji nûve pêk bê. 
 
JI BO ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN DÊ SIBE PÊŞHILBIJARTIN DUBARE BIBE
 
Ji bo hilbijartina namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê dê sibê 17 navçeyan dubare gel biçe ser sindoqan. 
 
Li Bajara Nû dê li Salona Kaplan a Dawetê (İstasyon)
 
Li Sûrê dê li Salona  Dawetê ya Nilgun, 
 
Li Rezan dê li Salona Dawetê ya Şolen, 
 
Li Peyasê dê li Salona Kaplan City (Manolya) a Gazilerê, dê gel biçin ser sindoqan. 
 
Li 13 navçeyên di jî gel li avahiyên DEM Partiyê biçin ser sindoqan.