Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir

img
AMED/RIHA - DEM PartÎ ji bo ku namzetên hevşaredariyê diyar bike, li navçeya Bajarê Nû ya Amedê û li navçeyên Pirsûs Hewagê yên Rihayê pêşhilbijartinê li dar dixe. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gel (DEM Partî) ji bo ku namzetên hevşaredariyê diyar bike, li navçeya Bajarê Nû ya Amedê û li navçeyên Pirsûs Hewagê yên Rihayê pêşhilbijartinê li dar dixe. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartina namzetên xwe yên hevşaredarî û meclisa şaredariyan ên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê yên Amed û navçeyên wê di 14’ê çileyê de pêşhilbijartin li dar xist. Li cihên ku bernamzetan ji sedî 51 deng negirtin ji tûra duyemîn re man. Li navçeya Bajarê Nû jî ji ber pirsgirêkên teknîkî hilbijartin betal bû. Ji bo hilbijartina hatibû betalkirin delege îro dîsa çûn ser sindoqan. 
 
14 BERNAMZET DIKEVIN PÊŞBIRKÊ 
 
Eywana Dawetê ya Kaplanê ku deng lê tên bikaranîn, bi alên DEM Partiyê hate xemilandin. Ji bo hilbijartina ku delegeyan eleqeyek nîşan dan, 10 sindoq hatin danîn. 4 jê jin 10 zilam 14 bernamzetên hevşaredariyê dikevin hilbijartinê. Delege dê di heman demê de ji bo endamtiya meclisên şaredariyê jî bikevin hilbijartinê. 
 
Bernamzetên ji sedî 51 deng bigirin dê ji bo hevşaredariyê bibin namzet. Heke bernamzet vî dengî negirin, 2 jin û 2 mêr ên herî zêde dengan wergirin dê di tûra duyemîn de dîsa bikevin hilbijartinê. 
 
DAYÎNA DENGAN DEST PÊ KIR 
 
Piştî hilbijartina dîwan û rêzgirtinê dengdayîn dest pê kir. Dengdayîn dê tevahiya rojê berdewam bike. Piştî ku sindoq saet di 17.00’an de bên girtin wê hejmartina dengan dest pê bike. 
 
LI PIRSÛSê 17 BERNAMZET DIKEVIN HILBIJARTINÊ 
 
DEM Partî li navçeya Pirsûsê jî ji bo ku namzetên hevşaredariyê diyar bike pêşhilbijartinê dike. Di dengdayîna li Eywana Konferansê ya Şahîn Bînîcî ya li navçeya partiyê tê kirin de 7 jê jin 17 bernamzetên hevşaredariyê hene û 970 delege dê deng bikarbînin. Parlamenterên DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin û Edalet Kaya, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Bêrîvan Bahçecî, endamên Meclisa DEM Partî û DBP’ê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes hilbijartinê dişopînin. 
 
Beriya hilbijartinê dîwan û peywîrdarên sindoqan hatin diyarkirin. Di vekirina bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpêkir de seroka dîwanê Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî, têkildarî hilbijartinê agahî dan. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş a pişt re axivî, xebatên jinûve rêxistinkirinê bi bîr xistin û diyar kir ku pêşhilbijartin daxwaza gelan bû. Guneş, diyar kir ku pêşhilbijartin dê ji qeyûman re bibe bersiv û girîngiya demokrasiya herêmî destnîşan kir. 
 
Dûre bernamzetên hevşaredariyê yên mafê axaftinê wergirtin xwe dan nasîn. 
 
Piştî danasînê li 5 sindoqan dengdayîn dest pê kir û bi eleqeyeke zêde berdewam dike. 
 
‘EM Ê DEMOKRASIYA RADÎKAL PÊK BÎNIN’ 
 
Li navçeya Hewag a Rihayê jî ji bo diyarkirina bernamzetên hevşaredariyê pêşhilbijartin tê kirin. Di pêşhilbijartina li avahiya partiyê tê kirin de 2 jê jin 8 bernamzet dikevin hilbijartinê. Hilbijartina ku 499 delege dê deng bikarbînin, parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, endamên Meclisên DEM Partî û DBP’ê û gelek kes dişopînin. Beriya hilbijartinê dîwan û peywîrdarên sindoqan hatin diyarkirin. Di vekirina bi rêzgirtinê destpêkir de parlamenterê Şirnexê Zekî Îrmez axivî. Îrmez, da zanîn ku cara ewil e namzetên hevşaredariyan ji aliyê gel ve bi pêşhilbijartinê tên diyarkirin û wiha got: “Em ê qeyûmên ku li dijî vîna gel weke darbe hatin tayînkirin bişînin cihê jê hatine.”
 
‘DIVÊ ROJEVA ME YA ESAS BIBE RAKIRINA TECRÎDÊ’  
 
Îrmez, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike û wiha berdewam kir: “Ne di hiqûqê de ne jî di mirovahiyê de cihê pêkanîna tecrîdê nîne. Tecrîd ne tenê li dijî birêz Ocalan, li dijî gel, demokrasî û hiqûqê tê pêkanîn. Em hemû ji greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike berpirsyar in. Divê rojeva esas ya her hevalê me bibe tecrîda li ser birêz Ocalan. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe û gelê kurd bibe xwedî statü em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Pişt re endamê dîwanê Mehmet Oner derbarê bikaranîna dengan de agahî dan. Dû re bernamzetên hevşaredariyê xwe dan nasîn. 
 
Pişt re delegeyan li 3 sindoqan dest bi bikaranîna dengan kirin. Dengdayîn bi eleqeyeke zêde berdewam dike.