Delege ji ber pêşhilbijartinê keyfxweş in: Divê ji bo hemû partiyan bibe mînak

img
AMED - Delegeyên di pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê de dengê xwe dan diyar kirin ku divê pêşhilbijartin ji bo hemû partiyan bibe mînak û keyfxweşiya xwe anîn ziman. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hilbijartina namzetên xwe yên hevşaredarî, meclisa şaredariyan û meclisên giştî yên bajaran, li gelek bajar û navçeyan pêşhilbijartin li dar xist. 4 jê navçeyên navendî, li Amedê bi giştî li 17 navendan sindoq hatin danîn. Li gelemperiya navçeyan bernamzetan rêjeya ji sedî 50 derbas nekirin û hilbijartin ji bo tura duyemîn man. Delegeyên dengê xwe dayîn têkildarî pêşhilbijartinê axivîn. 
 
‘JI BO DEMOKRASIYÊ FIRSENDE’ 
 
Ji delegeyan Çetîn Karahan ku li navçeya Bismilê dengê xwe da, diyar kir ku cara ewil e li Tirkiyeyê pêşhilbijartin tê lidarxistin. Karahan, anî ziman ku divê ev yek ji bo partiyên din jî bibe mînak û wiha got: “Ya ku hêjayî DEM Partiyê jî ev bû. Her wiha ji bo demokrasiyê jî firsendeke. Jixwe partiya gel bû û bi vê pêşhilbijartinê gaveke din jî derket pêş. Namzetên xwe em bi xwe hildijbêrin û ev yek baweriya bi demokrasiyê ye.” 
 
Salih Eflatûn jî destnîşan klir ku hilbijartina namzetan a ji hêla gel ve gavekî girîng e û wiha domand: “Demokrasî jî bingeha xwe ji vir digire. Ya ku ev kirî jî partiya me ye. Ji vê saetê û şûnde em nikarin ji ber namzetan navendê rexne bikin. Ji ber ku em bi xwe hildibijêrin. A rast jî ev e.”  
 
DELEGE MEMNÛN IN 
 
Salih Demîr jî pêşhilbijartin weke “şoreş” pênase kir û got ku dê cîhan wan nas bike. 
 
Têkildarî mijarê Siddik Ercan jî bi lêv kir ku bi kelecanin ku dê namzetên xwe ew bi xwe diyar bikin û got; “Em ê qeyûman bişînin.” 
 
Zahîde Aras jî daxuyand ku wan bi hesta “Em ê qeyûman bişînin” namzetên xwe diyar kirine û wiha pê de çû: “Ew çiqas qeyûman tayîn bikin jî em ê dîsa dengê xwe bidin partiya xwe û şaredariyên xwe bi dest bixin.”  
 
Mursel Demîr anî ziman ku pêşhilbijartin ji bo demokrasiyên herêmî girîng e û wiha derbirî: “Ji bo pêşketina demokrasiya Tirkiyeyê pêşhilbijartina partiya me girîng e. Ev yek di partiyên din de tune ye. Ev biryara partiya me ji bo demokrasiyê firsendeke. Em qeyûman nas nakin. Ji bo vî gelî tu tiştek nekirin. Yên ku tiştên wan kêm jî serî li qeyûm nadin. Dê qeyûm biçin, em ê bi ser kevin.” 
 
‘EM Ê AKP-MHP’Ê TUNE BIKIN’ 
 
Delegeyê bi navê Huseyîn Çeçen jî got ku divê demokrasî li herêman dest pê bike û wiha axivî: “Ne girîng e bê ka kî tê hilbijartin. Ya girîng ew e ku bersiveke xurt ji qeyûman re bê dayîn. Em ê vê bikin. Em ê AKP û MHP’ê li Kurdistanê tune bikin.” 
 
Mehmet Salih Undur jî got ku ew vê hilbijartinê pîroz dibînin û ev tişt anî ziman: “Hilbijartineke demokratîk e. em ê qeyûman bişînin.” 
 
Ekerem Koçer jî got: “Gelê kurd bi sala ye aştiyê dixwaze. Gelê kurd tu caran serî netewand. Em van sindoqan çiqasî tije bikin dê ewqas zexta pergalê jî bişikînin. Serkeftin dê ya me be.” 
 
‘NÎŞANEYA ŞANDINA QEYÛMAN E’ 
 
Serokê Komeleya Astengdaran a Bismilê Atîlla Yenîsoy jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Di hilbijartinên berê de partiya me bi rêya tayînkkirinê yan jî bi rêya lîsteyan namzetên hevşaredarî û meclisa şaredariyê hildibijart. Lê belê vê carê serî li malbat, rêveber û saziyan dide. Ev yek biryareke girîng e. Erê rast e çendek kêmasî hene. Lê ya girîng ew e ku ev pergal were mezinkirin. Tevlibûn û coşa di pêşhilbijartinê de nîşan dide ku dê qeyûm bên şandin.” 
 
MA / Mehmet Guleş