DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partî li Mêrdîn, Şirnex, Wan û bajarên Serhedê bi armanca namzetên hevşaredarên bajarê mezin û hevşaredarên navçeyan û endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajêr diyar bike pêşhilbijartinê li dar dixe. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi armanca namzetên hevşaredarên bajarê mezin û hevşaredarên navçeyan û endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajêr diyar bike li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe. 
 
 
WAN
 
DEM Partiyê li Wan û bajarên Serhedê ji bo namzetên hevşaredarên bajarê mezin, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisên şaredariyan û meclisa giştî ya bajêr diyar bikin li gelek navendan sindoq danîn. Dê li Serhedê ji bo yek ji bajarê mezin, li 8 bajar û 35 navçeyan nêzî 35 hezar kes dê deng biavêjin. Gelê ku di saetên serê sibê de berê xwe da avahiyên navend û navçeyan û eywanên ku sindoq lê hatine danîn, pêşengtiya şahiya demokrasiyê dike. 
 
GEL DI ŞAHIYA DEMOKRASIYÊ DE TÊ BAHEV  
 
Yek ji bajarên ku herî zêde qelebalix derbas dibe Wanê, li 13 navendan sindoq hatin danîn. Tê payîn ku li Wanê 13 hezar û 500 kes deng biavêjin. Yek ji navçeya ku hejmara delegeyan lê herî zêde ye Rêya Armûşê gel li Eywana Dawetê ya Vîlla Parkê hate bahev. Tevî barîna berfê jî bi hezaran kes ji taxên navçeyê berê xwe dan eywanên ku sindoq lê hatine danîn. Piştî avakirina dîwanê û rêzgirtinê ji bo bernamzet xwe bidin nasîn 5 deqîqe mafê axaftinê dan wan. 
 
Delegeyên ji bo dengdayînê hatin eywanê diyar kirin ku bi biryara ku partiya wan wergirtiye keyfxweş in û anîn ziman ku dê bi hilbijartina namzetê xwe, şaredariyan ji qeyûman xelas bikin. 
 
‘EM Ê NAMZETÊN XWE HILBIJÊR IN’ 
 
Yek ji dayika tev li dengdayîna gel bû Rabîa Saginç spasiyên xwe pêşkeşî herkesê kirin û wiha got: “Em serê sibê zû rabûn, cilên xwe yên herêmî li xwe kirin û hatin vir. Em bi hewayê şahiyê pêşhilbijartina xwe lidardixin. Hatina me ya vê derê ew e ku em şaredariyên xwe ji qeyûman xelas bikin. Li Wanê 14 şaredarî hene, em bi biryar in ku hemûyan bigirin. Ev ax axa me ye. Em dixwazin em bi xwe axa xwe bi rê ve bibin. Ez ji gelê kurd re serkeftinê dixwazim.”
 
‘ARMANCA ME EW E KU CIVAKA KURD A AZAD AVA BIKIN’  
 
Dayika bi navê Havze Gul jî xwest ku hilbijartin bi serkeftî derbas bibin û wiha axivî: “Hêvî dikim ku hemû rojên me di hawîreke wiha demokratîk de derbas bibin. Ez bawer dikim ku gelê kurd dawiya dawî jiyana ku beriya wê dikir dê bijî. Em polîtîkayên qeyûman qebûl nakin. Ez hatim kesê ku bajarê me bi rê ve bibe bi vîna xwe hilbijêrim. Em ê qeyûman bişînin. Ji gelê me re serkeftinê dixwazim. Serkeftin teqez a gelê Kurdistanê ye. Armanca me ew e ku civakeke azad ava bikin.”
 
‘PÊŞ HILBIJARTINÊ DI CIH DE DIBÎNIN’ 
 
Ramazan Algul, diyar kir ku piştî pêvajoya rexnekirin û xwerexnedayînê de biryara pêşhilbijartinê hate wergirtin û wiha got: “Em vê hilbijartina tê kirin gelek rast û di cih de dibînin. Tevlibûna gel a rast e rast a demokrasiyê mafê herî bingehîn û xwezayî ye. 8 sal in bajarê me bi qeyûm tê birêvebirin. Qeyûman hemû axa me pêşkeşî alîgirên xwe dike. Em vê pêkanîna antî demokratîk qebûl nakin. Li dijî vê têkoşîna me dê berdewam bike. Tevî her tiştî em li vir in û em hene. Hemû hevalên bernamzet hevalên me û mirovên kedkar in. Serkeftinê ji gelê me re dixwazim.”
 
ŞIRNEX
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) li Şirnexê li eywana konferansa partiyê ji bo 740 delegeyan sindoq danîn û pêşhilbijartinê li dar dixe. 
 
Delegeyan di seatên serê sibehê de berê xwe dan partiyê. Li gel hatina delegeyan pêşhilbijartin bi deqîqeyek rêzgirtinê despt pê kir. 
 
Piştre li dîwana hatiye avakirin endamê Meclîsa DEM Partiyê Ahmet İstek axivî. Îstek, destnîşanî giringiya hilbijartinê kir û wiha got: “Em bi demokrasiya herêmî ber bi azadiyê ve dimeşin. Em di dîroka siyasî ya cîhanê de zemîneke nû avadikin. Em pêş hilbijartinên xwe bi beşdariya bi deh hezaran delegeyan li bajarên ku hûn lê dijîn pêk tînin. Em di diyarkirina namzetên xwe de demokrasiya herêmî esas digirin û bi hev re siyasetê dikin. Em hêza xwe ya têkoşînê ji gel digirin.”
 
 
Îstek, got ku di encama demokrasiyê de ew ê ji tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bibin bersiv û wiha got: “Bi vê serkeftinê re em ê bersiva herî xurt bidin tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan, qeyûmên tayînî bajarên me, rehîngirtina hilbijartiyên me û dûrketina ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd. Em ê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bajarên xwe hembêz bikin. Em ê bi hevserokatî û nûnertiya wekhev bajarên xwe bi rê ve bibin. Em ê li herêmên xwe demokrasiya radîkal, xizmetên pirzimanî û pirçandî, jiyana ekolojîk, aboriya demokratîk û nêzîkatiya rêveberiya şefaf ava bikin.”
 
Pêşhilbijartin piştî danasîna bernamzetan bi dengdayînê berdewam dike.
 
MÊRDÎN 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adara 2024’an de bên kirin ji bo hevşaredarên bajarê mezin û navçeyên Qoser, Nisêbîn, Dêrîk, Artûklû, Stewrê, Kerboran û Şemrexê û endamên meclisên şaredariyan diyar bike li 10 navçeyan sindoq danîn. Tê payîn ku li gelemperiya Mêrdînê bi ser 10 hezaran delege dê deng bikarbînin. Welatî di saetên serê sibê de hatin navendên ji bo pêşhilbijartinê sindoq hatine danîn. Welatiyên hatin ser sindoqan dê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin, hevşaredariyên navçeyan û endamên meclisa şaredariyê deng bikarbînin. 
 
Her delege ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin dê jinekê û zilamekî hilbijêre. Ji bilî vê ji bo hevşaredariyên navçeyan jî dê ji bo jinekê û zilamekî deng bên avêtin û ji bo endamên meclisa şaredariyan jî bi şertê di asta nûnertiya wekhev de jin û zilam bên hilbijartin mafê ku herî kêm deng bidin du bernamzetan heye.  
 
DENG DAYÎN  
 
Li Mêrdînê hatina welatiyan a li ser sindoqê berdewam dike. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bê kirin bername dê bi danasîna bernamzetan berdewam bike. Dû re deng dayîn dê dest pê bike. Piştî ku dengdayîn bi dawî bû dê deng bên hejmartin. Dê bi dengdayîna gel li Mêrdînê Hevşaredarên Bajarê Mezin û 7 navçeyan û endamên meclisa şaredariyê dê bên diyarkirin. 
 
BERNAMZETÊN ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN 
 
Li Mêrdînê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin 5 jê jin 13 bernamzet hene û navên wan wiha ne: Munevver Olker, Gulîzar Îpek Bîlek, Necla Fîgen Altindag, Semîre Demîrel Kût, Devrîm Demîr, Ahmet Turk, Abdulvahap Irmak, Azad Yildirim, Nûrûllah Kiliç, Zîver Gumuş, Nevroz Turk, Şerafettîn Şahîn û Nazim Kok.
 
NAVNÎŞANÊN SINDOQAN  
 
Navnîşanên sindoqên ku li bajêr hatine danîn wiha ne: 
 
Qoser: Eywana Dawetê ya Darayê ya li ser rêya Serêkaniyê ya li Taxa Firatê 
 
Nisêbîn: Eywana Dawetê ya Hilltoownê Nimre: 1 Kolana Adarê ya li Taxa Kişlayê
 
Li Artûklû û Rişmilê: Eywana Civînê ya Yay Grand Otelê ya li ser Rêya Amedê 
 
Dêrîk: Eywana Sporê ya Girtî ya Berdînê ya Taxa Cevîzpinar
 
Kerboran: Parka Azadiyê ya Cadeya Kismetlî ya li Taxa Tepebaşi
 
Stewrê: Taxa Tepe, Meydanbaşi, Ewêna
 
Şemrex: Nimre: 6, Qehwexaneya Denîz Kolana Sînemayê ya Taxa Gundogan
 
Mehset: Nimre: 19 Kolana 2023 Taxa Cûmhûriyetê (Avahiya DEM Partiyê) 
 
Midyad: Eywana Civînê ya Otela Tûrabdîn Nimre: 17, Cadeya Manastir a Taxa Akçakaya
 
MÊRSÎN 
 
DEM Partî ji bo namzetên Hevşaredariyê yên Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê diyar bike li Eywana Dawetê ya Şah pêşhilbijartin li dar xist. Di pêşhilbijartina ku hezar û 300 delege dê deng bikarbînin de tevlibûneke zêde çêbû. Di pêşhilbijartina bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate kirin dest pê kir de parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin axaftinek kir. Akin, diyar kir ku DEM Partiyê dîrok nivîsandiye û wiha got: “Di hilbijartinê de gel dê namzetên xwe bi xwe diyar bike. Ev dê li Tirkiyeyê bibe tecrûbeya ewil.”
 
Piştî axaftina Akin, bernamzetên hevşaredariyê xwe dan nasîn. Pişt re derbasî dengdayînê bûn. 
 
ÊLIH
 
Li Êlihê dengdayîna gel li eywaneke dawetê ya li bajêr pêk hat. Li eywana ku bi hezaran kes herikînê cih nema, girseya qelebalix li derve ma û geşedan ji vir temaşe kir. Li eywana ku ji bo hevşaredariyan, endamên meclisa şaredariyê û endamên meclisa giştî ya bajêr deng hatin bikaranîn pankartên “Em xwe û bajarê xwe bi rê ve dibin”, “Ji têkoşîna zindanan re bêdeng nemîne” , “Bi jin jiyan azadiyê re ber bi azadiyê ve” hatin daliqandin. Delege ji bo 9 jê jin 20 zilam bi giştî 29 bernamzetan deng bikartînin. Ji bilî van endamên meclisa şaredariyê û endamên meclisa giştî ya bajêr jî dê ji aliyê delegeyan ve bên hilbijartin. Beriya deng dayînê bernamzetên hevşaredariyê danasîna xwe û projeyên xwe kir û daxwaza dengan kir. 
 
Li eywanê sindoq hatin avakirin. Ji bo ewlehiya sindoqan bê avakirin kesên ku partiyê diyarkirî cihên xwe wergiritn. Di her sindoqê de 3 kesan peywîr girt. Di pêşhilbijartina tevlibûneke zêde heye de deng tên bikaranîn. Di dengdayînê de eleqeya jin û ciwanan zêde bû. Jin bi zarokên xwe re hatin û bal kêş bû ku delegeyek bi kursiya biteker hate eywanê. 
 
‘DEMOKRASÎ DÊ SERBIKEVE’ 
 
Yek ji delegeyan Denîz Ozer ê piştî deng dayînê axivî, diyar kir ku ji bo avakirina demokrasiyê rojeke girîng e. Ozer, anî ziman ku ji bo mafê xwe yê demokratîk bikartînin keyfxweş in û got: “Min dengê xwe da kesên ji bo çand û zimanê kurdî karên girîng bikin û xwedî li van nirxên gel derdikevin. Ez dibêjim dê demokrasî serbikeve. Ez serkeftinê ji bernamzetan re dixwazim.”
 
SÊRT 
 
DEM Partiyê li Sêrt û Misircê jî pêş hilbijartin pêk anî. Li Sêrtê 5 jê jin 17 kes bernamzetên hevşaredariyê ne, li Misircê jî dîsa 5 jin 18 bernamzet hene. Li navenda Sêrtê ji bo endamtiya meclisa şaredariyê 33 bernamzet hene. Li Sêrtê 9 li Misircê jî 3 sindoq hatin danîn. Dengdayîna gel ku bi sedan delege tev li bûn bi coşeke mezin destpêkir. 
 
Delegeyên li ber stranên kurdî govend gerandin û her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin. Pişt re deqîqeyeke rêz hate girtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn daxuyaniya Navenda Giştî ya DEM Partiyê xwend. 
 
‘ÇARESERÎ DI PÊVAJOYÊN DEMOKRATÎK DE YE’  
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk bal kişand ku di 10 salên dawî de her tim hilbijartin tên kirin û li Kurdistanê hilbijartin bi zext û xespê derbas dibin.  Çelenk, destnîşan kir ku tevî hemû zextan her tim çareserî di pêvajoyên demokratîk de ye û got: “Em îro bi pêşhilbijartinê bi mînakeke ku di cîhanê de nîne xwedî li vîna xwe derdikevin. Ez hevî dikim ku pêşhilbijartineke ku li dîroka aştiyê were nivîsîn çêbibe.” Piştî axaftina Çelenkê bernamzetan xwe dan nasîn û projeyên xwe vegotin.  
 
 BI SEDAN KES ÇÛN SER SINDOQAN 
 
Piştî axaftina bernamzetan bi sedan kesan deng bikaranîn. Di hilbijartina eleqeyeke zêde heye de dayikên aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, malbatên girtiyan, endamên partiyê û welatî dengên xwe bikartînin. 
 
RIHA 
 
Dem Partiyê li navçeya Wêranşarê ji bo namzetên hevşaredariyê diyar bike pêşhilbijartin li dar xist. Di dengdayîna li Eywana Konferansê ya Fethî Yildirim a li avahiya partiyê ya navçeyê hate kirin de 3 jê jin 14 bernamzet ketin pêşbirkê. Di hilbijartinê de hezar û 9 delegeyan deng bikaranîn. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli, endamên DEM Partiyê Û Meclisa DBP’ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesan hilbijartin şopandin. Beriya hilbijartinê peywîrdarên dîwan û sindoqan hatin diyarkirin. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin, serokê dîwanê endamê Meclisa DEM Partiyê Sedat Şenoglû têkildarî hilbijartinê agahî dan. Pişt re bernamzetan xwe dan nasîn. Piştî danasînê di 6 sindoqan de bikaranîna dengan dest pê kir.