Bernamzetên DEM Partiyê dê beriya pêşhilbijartinê di weşana zindî de projeyên xwe vebêjin!

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bernamzetên hevşaredariyê yên bajarên mezin ên Wan, Mêrdîn û Amedê dê beriya pêşhilbijartinê di weşana zindî de projeyên xwe vebêjin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hilbijartinên giştî dest bi pêvajoya jinûvesazkirinê kiribû û biryara pêşhilbijartinê dabû. Beriya pêşhilbijartina ku dê di 13-14’ê çileyê de bê lidarxistin, bernamzetên partiyê dê di weşana zindî de bi gel re bên gel hev. 
 
Bernamzetên hevşaredariyên bajarên mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê dê di weşana zindî de bi gel re bicivin. Dê hem xwe bidin naskirin hem jî armanc dikin ku hemû derdoran tev li pêngava demokrasiyê bikin. 
 
WEŞANA EWIL SIBÊ YE
 
Weşan dê li ser hesabên medyaya dijîtal a partiyê û li ser qenala YouTube’yê bi awayekî zindî bê kirin û weşana ewil dê sibe êvarê bi bernamzetên Wanê re bê kirin. 
 
Moderatoriya weşana zindî ya ku sibe saet di 20.00'ê de dest pê dike, dê rojnameger Serdar Altan bike. Bernamzetên bajar ku 3 jê jin bi giştî 12 kes in, dê li gorî rêzê projeyên xwe vebêjin. 
 
DEMA AXAFTINÊ YA BERNAMZETAN
 
Di danasînên bernamzetên DEM Partiyê de dê ji ewil dorê bidin bernamzetên jin û dê dem bêhtir ji wan re bê veqetandin. Li gorî vê yekê tê payîn ku bernamzetên mêr 5 deqeyan û yên jin jî 7 deqeyan biaxivin. 
 
AMED Û MÊRDÎN
 
Weşana zindî ya duyemîn jî dê di 11’ê çileyê de li Mêrdînê bê kirin ku 6 jê jin bi giştî 16 bernamzetên wê hene. Weşana dawî dê di 12’ê çileyê de li Amedê bê kirin ku 4 jê jin bi giştî 15 bernamzetên wê hene.