Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin

img
MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê rê li ber mezinbûna êşan veke û wiha got: “Divê dewlet û îktîdar dîsa li ser mijara guftûgoyê bisekine. Ji ber ku dîrokê nîşanî me da ku pirsgirêk bi rêya polîtîkayên înkar û tepisandinê çareser nabin.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in tu agahî jê nayên girtin. Li dijî vê rewşê, di asta navneteweyî de kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatibû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 27’ê mijdarê de greva birçîbûnê ya dorveger dabûn destpêkirin. 
 
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk têkildarî tecrîdê û kampanyayên hatine destpêkirin ji ajansa me re axivî. 
 
AMADEKARIYÊN HEVDÎTINÊ Û ÇÛNA ÎMRALIYÊ 
 
Ahmet Turk bi bîr xist ku ji bo hevdîtina di 3’yê çileya 2013’an a li Girava Îmraliyê de “pêşamadekarî hebûn” û wiha got: “Beriya wê bi Emîne Aynayê re me li Meclisê bi Erdogan re hevdîtin kiribû. Wê demê inyeta xwe nîşan dabû. Gotibû ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dê gavên girîng biavêje û jehr jî hewce bike dê vexwe. Piştre jî agahî dan me ku dikarin biçin Girava Îmraliyê. Biryar hatibû dayîn ku ez û hevala me Ayla Akat biçin. Em çûn Stenbolê û midûrê girtîgehê bi xwe em pêşwazî kir. Em di nava nîvsaetê de gihiştin wê derê.” 
 
‘DI 1993’YÊ DE JÎ DI 2013’AN DE JÎ GOTIBÛ KU JI BO AŞTIYÊ AMADE YE’ 
 
Bi domdarî Turk anî ziman ku di hevdîtinê de ji Abdullah Ocalan re gotine “Em di mijara inyeta dewletê de xwedî agahî nînin. Lewma em naxwazin agahiyên xelet bidin we.” Turk, diyar kir ku Ocalan jî ji wan re gotiye; “Belê dizanim. Jixwe hevdîtinan ez dikim. Ev demekî dirêje em hevdîtinan dikin. Di dawiya dawî de destpêka pêvajoyeke nû ye û divê mirov vê baş binirxîne. Armanc, pêvajoyeke aştiyane ye. Jixwe dema me şer dikir jî me ji bo aştiyê şer dikir.” 
 
Turk, bi bîr xist ku di sala 1993’yan de bi serokkomarê demê Turgut Ozal re hevdîtin kirin û piştre jî li Şamê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Turk, wiha qala hevdîtinê kir: “Birêz ocalan wê demê jî got ku ji bo aştiyê amade ne. Got ku êdî pêdiviya welêt bi aştiyê heye û ji bo nirxên demokratîk ên gel têdikoşin.”
 
‘ÎKTÎDAR Û MUXALEFETÊ DAXWAZÊN KURDAN RANEGIRTIN’ 
 
Bi domdarî Turk bi lêv kir ku demekî kin piştî hevdîtina di 3’yê çileya 2013’an a bi Abdullah Ocalan re, di 9’ê Çileya 2013’an de ji pêşengên PKK’ê Sakîn Cansiz (Sara) û jinên têkoşer Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Parîsê hatine qetilkirin û wiha pê de çû: “Piştî qetilkirina Sakîne Cansizan, min di mitîngekê de bi zimanekê tûj Erdogan rexne kir. Piştî gotina min a ‘Di esasê xwe de kujerê kurdan ev hikûmet e’ şande hate guherandin. Hevalên din hatin şandin.” 
 
Turk, got; “Heke hûn maf, hiqûq, ziman, çand û hebûna gelekî ranegirin, wê demê hûn nikarin pirsgirêkê çareser bikin” û wiha domand: “Bi rastî jî heta niha em rastî feraseteke siyasetê ya ku kurdan weke gel qebûl dike, maf û daxwazên wan qebûl dike nehatin. Ne îktîdar ne jî muxalefet. Her tim dema mijar bû meseleya kurd, hestên wan ên nîjadperest derketin pêş. 
 
‘BAWERIYA WÎ HER TIM HEBÛ LÊ BI HAYDARÎ NÊZ DIBÛ’ 
 
Turk, bi lêv kir ku di hevdîtinan de Abdullah Ocalan di mijara aştiyê de bihêvî bû û ev tişt anî ziman: “Baweriya wî hebû ku hinek tişt pêş bikevin û çareser bibin. Lê bi baldarî nêz dibû. Lê fikarên wî jî hebûn. Digot; ‘erê rast e em van tiştan dikin, bi hemû hêza xwe em hewl didin û bawer dikin lê dê di nava demê de diyar bibe bê ka dewlet çawa nêz dibe.’ Her ku têkoşîna maf û edaletê ya kurdan mezin bû, dewletê serî li stratejiya pêşîlêgirtina vê da. Li Başûr avadaniyeke federe çêbû. Her çend ku niha nekare gelek tiştan biparêze jî, di dawiya dawî de navekî dewleta federe li ser e. Her wiha kurd li Rojava jî ji bo Sûriyeyeke demokratîk têdikoşin. Lewma îktîdara heyî naxwaze li Bakur heman têkoşîn were meşandin û weke talûke dibîne. Anku mantiqek heye ku kurdan weke talûke dibîne. Lewma jî pêvajo hate bidawîkirin. Ya din jî hesabên wan ên di 7’ê hezîranê de hev negirt. Digot qey dê ji vê pêvajoyê sûd bigire lê HDP derket ji sedî 13’ê. Vê yekê jî kir ku mase were belavkirin.” 
 
‘DÊ DAXWAZÊN KURDAN JI HOLÊ RANEBIN’ 
 
Turk, got ku polîtîkaya dewletê ya niha ew e ku tevahiya destkeftiyên gelê kurd ji holê rake û ev nirxandin kir: “Di têkoşîna demokrasî, edalet û wekheviyê de bedelên giran tên dayîn lê daxwazên gel ji holê ranabin. Çawa ku bi kuştina 22 hezar filistîniyan re pirsgirêka filistîniyan bi dawî nebe, bi zextên li ser kurdan re jî daxwazên kurdan ji holê ranabin. Dema em li dîrokê dinêrin vê rastiyê dibînin. Vaye bûyera Seyîd Riza, Şêx Seîd... Lê tu caran bi dawî nebû.” 
 
‘HEKE DI TECRÎDÊ DE NEBÛYA DÊ BANGA AŞTIYÊ BIKIRA’ 
 
Siyasetmedar Ahmet Turk anî ziman ku israra tecrîdkirina Abdullah Ocalan, nîşaneya biryardariya dewletê ya di neçareserkirina pirsgirêka kurd de ye û wiha bi dawî kir: “Dewlet baş dizane ku heke birêz Ocalan di tecrîdê de nebûya dê bi stratejiyeke baş dîsa ev mijar bixista rojevê. Dê di vê mijarê de bang bikira. Pirsgirêk bi guftûgoyê çareser dibin û kurd jî ji bo vê amade ne. Lê dewlet ji vê re girtî ye. Divê dewlet û îktîdar ji bo vekirina rêya guftûgoyê dîsa bifikire. Ji ber ku dîrokê nîşanî me da ku pirsgirêk bi polîtîkayên înkar û tepisandinê çareser nabin. Divê deriyên guftûgoyê her tim vekirî bin. Tirkiyeyeke aştiyane û demokratîk hem bi kêrî kurdan hem jî bi kêrî tirkan tê. Siyaseta heyî dê nekare tu pirsgirêkan çareser bike. Dê bibe sedema mezinbûna êşan.”
 
MA / Ahmet Kanbal