Dema ji bo serlêdanên bernamzetiyê yên DEM Partiyê îro bi dawî dibe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dema serlêdanên ji bo bernamzetiya DEM Partiyê îro bi dawî dibe. 
 
Amedekariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 2024’an berdewam in. Dema serlêdanên ji bo bernamzetiya hevşaredarî, endamtiya meclisên şaredariyê û meclisên giştî yên bajar îro bi dawî dibin. 
 
Piştî ku pêvajoya serlêdanan bi dawî bû, dê di rojên ewil ên meha çileyê de li bajar û navçeyên ku partî lê yekemîn û duyemîn derketî sindoq bên danîn. Bi vê yekê re dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin. Tê payîn ku li nêzî 200 navendan pêşhilbijartin bê lidarxistin. 
 
Demekî kin piştî pêşhilbijartinan jî dê namzet bi raya giştî re bên parvekirin.